MÊRDÎN – Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê yên HDP'î Ahmet Turk û Figen Altındag piştî 15 rojan mazbata xwe girtin. Turk diyar kir ku ewê herî zêde girîngiyê bidin zelaliyê.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê yên HDP’î Ahmet Turk û Figen Altindag, mazbata girtin. Hevşaredar Turk û Altindag ji bo mazbata hatin Lijneya Hilbijartinê ya Mêrdînê. Li gel hevşaredaran Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, endam û rêveberên HDP'ê jî hevkarî kirin. Turk, piştî mazbata girt axivî. Turk, spasiyên xwe ji bo hemû gelê Mêrdîn kir û wiha got: "Şaredarî cihê xizmetê ye. Ji bo em bi awayekî herî xweşik xizmeta gel bikin emê bi hemû hêza xwe bixebitnin. Em dê her kar û barê xwe bi awayekî pir zelal bi gelê xwe re parve bikin. Em ê bi kelecanek mezin xizmeta gelê xwe bikin. Ji bo demokratîkbûna vî welatî bibe mayinde emê xizmetê bikin."
BANG LI SEROKOMAR Û WEZÎRÊ DADÊ KIR
Turk, bal kişand ser çalakiyen greva birçibûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha got: "Îro em di pêvajoyek pir zor de derbas dibin. Bi sedan kesan li dijî tecrîdê û ji bo pêşerojek demokratîk bedena xwe daye ber mirinê. Ez li vir bang li Serokomar, Wezîrê Dadê û gelê me dikim. Em destûr nedin ku mirovên me jiyana xwe ji dest bidin. Em naxwazin kes bimire. Ji bo kes nemire divê em tev di nava hewldanan de bin. Em dizanin îro diştek di şaredariyê de nemaye. Li gel ve yekê emê xebatên xwe bi gelê xwe re berdewam bikin."
Hevşaredar Fîgen Altindag jî ji bo piştgiriya gel spasiyên xwe ji gelê Mêrdînê re anî ziman.