EDENE – Mirza Aydin ku li Girtîgeha Tekirdagê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike." Dayika wî Gîşvar Aydn jî xwest berî mirin çêbibin tecrîd bi dawî bibe.
Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye Mîrza Aydin e. Aydin, ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Aydin, di sala 2006'an de li Stenbolê hat binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 17 sal ceza lê hat birîn.
Aydin, di 8'ê Nîsanê de bi telefonê li dayika xwe Gîşvar Aydin geriya û got: "Dayê ez di greva birçîbûnê de me. Ne rojnameyan ne jî nameyên me, nadin me. Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike. Em ê dev ji çalakiya xwe bernedin."
Dayik Aydin, bilêv kir ku saleke neçûye girtîgehê. Aydin, diyar kir ku ji ber tim cezayê dîsîplînê li kurê wê tê birîn nikare biçe girtîgehê û got: "Saleke min kurê xwe nedîtiye. Niha di greva birçîbûnê de ye. Ez destekê didim çalakiya wî."
Aydin, bi bîr xist ku çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di meha 5'an de ye û got: "Bila ev tecrîd bi dawî bibe. Êdî bes e. Em ê dev ji vê dozê bernedin. Êdî bes e, bila vê tecrîda li welatê me bi dawî bibe. Heta niha 7 cenazeyên me ji girtîgehan derketine. Bila êdî kes nemire."