* Mirza Aydin ku li Girtîgeha Tekirdagê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike." Dayika wî Gîşvar Aydn jî xwest berî mirin çêbibin tecrîd bi dawî bibe.
* Bi hezaran dayik, zarokên wan li Girtîgehan bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di greva birçîbûnê de ne. Yek ji dayikên ku zarokên wê di greva birçîbûnê de jî Meryem Erbey e. Erbey a 2 zarok û neviyekî wê yên girtî di grevê de bang li welatên cîhanê kir û wiha got: “Welatên cîhanê li hemberî daxwazên zarokên me ker, kor û lal in. Ka CPT ka DMME? Ma vana dengê dayikan nabihîzin?
* 2'emîn danişîna doza Rojnameger Kibriye Evren ku di 9'ê Cotmehê de polîsan ew binçav kirin û dadgehê ew girt wê sibê Edliyeya Amedê bê dîtin.
* Dayik Nafiye Yîgît ku 8 meh in nikare bi kurê xwe Fethullah Yigît ê girtî re hevdîtinê bike bertek nîşanî zextên li ser girtiyan da û got: "Êdî sebra me nema ye. Divê demek berî demekê daxwazên girtiyan pêk bînin."
* Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe 159 roj in li ber xwe dide.
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê hatiye asta pir xeder û wiha got: "Grev hatiye sînorê ku bûyerên nexêr pêk bên. HDP û Kurd di pêvajoya greva birçîbûnê de bi tenê hatin hiştin. Li Tirkiye yên di serdema aştiyê de îro HDP û Kurd tenê hiştin."
* Hevşaredarên HDP'ê yên Mêrdîn, Îdir û Colemêrgê wê mazbatayên xwe bistînin. (10.00)
* Endama FHKC'ê Leyla Halid, wê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û parlamenterên HDP'ê yên li avahiya HDP'ê ya Amedê di grevê de ne ziyaret bike. (10.00-13.00)
* Endamên DÎSK'ê wê ji bo mafên xwe yên sendikayî li pêş avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi armanca balê bikişîne ser greva birçîbûnê wê li gel malbatên girtiyan li Postexaneya Ofîsê ji Wezareta Dadê re faksan bişîne. (13.00)