ÎZMÎR - Jin Bi Hevre Bi Hêz in, di Şexsê Rabîa Naz de ji bo hemû zarokên hatin kuştin çalakî pêk anîn û gotin: “Ne heta edaleta mêr, heta edaleta rastîn pêş bikeve, em van kolanan terk nakin."
Jin Bi Hevre Bi Hêz in, li pêş îskeleya Karşiyaka li dijî hemû zarokên hatine kuştin daxuyaniyê dan çapemeniyê. Piştî li navçeya Eynesil ya Gîresûnê zaroka 11 salî Rabia Naz Vatan hat kuştin, Jin Bi Hevre Bi Hêz in, li pêş îskeleya Karşiyaka kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di çalakiyê de dirûşmeyae "Jin wê hesap ji katîlan bipirsin" û "Ne edaleta mêr, edaleta rastîn" berz kirin. Li ser navê jinan Hivda Selen, daxuyanî da û wiha got: "Me îsyana xwe hilgirt û em hatin. Em li dijî tacîz, tecawiz û cînayetên zarokan, edaletê dixwazin. yên ku Rabia qetil kirin û yên li Vakfa Ensarê tecawizî dehan zarokan kirin, yên Berkin Elvan, Ceylan Onkol, Veysel Atilgan, Ugur Koymaz, Eylul Yaglikara, Leyla Aydemîr, Oguz Arda Sel, Alan Kurdî, Omer Faruk Sever kuştin heman hişmendî ne. Ev zarokên hatin kuştin hinek ji ber penaber bûn, hinek ji ber karker bûn hatin kuştin. Em li vir ji bo hemû zarokên hatin qetilkirin edaletê dixwazin. Heta edaleta rastîn pêk neyê em kolanê terk nakin."