COLEMÊRG - Hevşaredarên Geverê yên HDP'ê Remziye Yaşar û Îrfan Sari mazbata xwe girtin.
Hevşaredarên Navçeya Geverê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Yaşar û Îrfan Sarî, piştî di hilbijartina 31'ê Adarê de bi ser ketin û şaredariya di destê qeyûm de qezenç kirin mazbata xwe girtin. Hevşaredarên Geverê yên ji sedî 66.18 deng girtin, heta niha ji ber îtiraza AKP'ê ya YSK'ê nekarîbûn mazbata xwe bigirin. Piştî YSK'ê îtîraza AKP'ê red kir, Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Geverê mazbata Hevşaredarên HDP'ê dan wan. Hevşaredar çûn Edliyeya Geverê û mazbata xwe girtin.