NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî hejmarên fermî di lehiya li Îranê de herî kêm 76 kes mirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku ji ber lehiyê bi sedan kes mirine. Tê gotin, ji ber lehiyê xisareke mezin çêbûye û ev xisar zêdetirî 2 milyar euro ye.
Enstîtuya Tipa Edlî ya Neteweyî ragihand ku herî dawî li Huzistana li başûrê rojava 5 kes, li herêma Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê jî kesekî jiyana xwe ji dest daye. Li gorî rayedara, ji ber lehiyê 76 kes mirine, lê belê li gor çavkaniyên herêmî jî bi sedan kes mirine.
Li gorî ajansa nûçeyan a Îrnayê, Wezîrê Karên Hundir Abdulreza Rahmanî Fazlî roja yekşemê li parlamentoyê daxuyanî da û diyar kir, 31 herêm tesîr ji lehiyê girtine. Wezîr Fazlî diyar kir ku ji ber lehiyê xisarek mezin çêbûye û ev xisar di navbera 1.93-2.25 milyar euroyî de ye.
Wezîrê Ragihandin û Pêşvebirina Bajarvaniyê Mûhammed Îslamî jî li heman civînê axivî û anî ziman ku 725 pir bi temamî hilweşiyane.