STENBOL – Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan û got: "Divê hikûmet bi awayekî wekhev hiqûqê pêk bîne da grevên birçîbûnê bi dawî bibin."
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê.
'MADEYA 10'EMÎN TÊ BINPÊKIRIN'
Yolerî, anî ziman ku divê rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe û got: "Tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke mutleq e." Yolerî, diyar kir ku tecrîd li dijî rûmeta mirovahiyê ye û rêbazeke îşkenceyê ye. Yolerî, bal kişand ser madeya 10'emîn a Qanûna Bingehîn û got: "Li gor qanûnê her kes wek hev û loma divê qanûn bi awayekî wekhev ji bo her kesî pêk bên. Lê mixabin ev madde li Îmraliyê tê binpêkirin. Li vira tenê ne Qanûna Bingehîn, her wiha standardên leşkerî yên ji bo girtiyan ên Neteweyên Yekbûyî jî tên binpêkirin. Li gor van standardan divê girtî karibin pêwendiyê bi derve, malbata xwe û parêzerên xwe re deynin."
CPT TECRÎD TESPÎT KIR
Yolerî, serlêdana CPT'yê ya 2010'an a ji bo Îmraliyê bi bîr xist û got: Ev rapor piştî demeke dûr û dirêj hat daxuyandin. Di vê raporê de xalên balkêş hene. Di raporê de tecrîda li Îmraliyê tê tespîtkirin. Dibêje, li vira tecrîd heye. Rasterast peyva tecrîdê bi kar nayne, lê dibêje li vira hemû derfetên pêwendiyê hatine sînordarkirin û diyar dike ku ev pêkanîn demildest bi dawî bibin. Lê hîn jî tecrîd didome. Ji destpêkê ve em dibêjin ev daxwaza daxwazên hiqûqî ne. Loma helwesta hikûmetê ku çareseriyê bi derengî dixe nayê qebûlkirin."
'DIVÊ HIKÛMET GAVINA BAVÊJE'
Yolerî, diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê ketine asteke krîtîk û got: "Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Em dixwazin jiyana girtiyan bê parastin. Loma dirûşmeya nobeta me 'deng bide jiyanê' ye. Ji ber vê em berpirsiyariya hikûmetê careke din bi bîra wê dixin.
Yolerî, destnîşan kir ku divê demildest çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin. Yolerî, diyar kir ku wan hevdîtin bi girtiyan re çêkiriye û girtiyan gotiye, heta daxwaza wan neyê qebûlkirin wê çalakiya wan dewam bike. Yolerî, bang li girtiyan kir û got: "Nexasim wexta dest bi çalakiyên bidawîanîna jiyana xwe kirin me bang kir. Çimkî ji bo parastina mafê jiyanê berpirsiyariyên wan jî hene. Em dixwazin xwe ji çalakiyên bi vî rengî dûr bixin. Niha tecrîd li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk pêk tê. Em baş dizanin ev pêkanînan sîstematîk ku 19 sal in pêk tê bi derbekê ranabe. Ji bo vê divê bernameyeke dûr û dirêj a têkoşînê pêk bê da tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe."
Yolerî, bilêv kir ku bangawaziya wan ji bo hikûmetê heye û got: "Çi hewce be divê hikûmet bike. Divê hikûmet bi awayekî wekhev hiqûqê pêk bîne da grevên birçîbûnê bi dawî bibin."
MA / Sadiye Eser