STENBOL - Malbatên bi armanca piştgiriyê bidin girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê, li ber Girtîgeha Gebze nobetê digirin û bang li her kesî kirin ku bêdeng nemînin û gotin: “Mirov hêj çawa li malên xwe rûdinên? Roj ne roja mirov li mala xwe rûnê. Em ê hêj çi winda bikin?"
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 158'emîn de didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 145'emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 119'emîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên Tirkiye 120 roj in didome. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 45'emîn de didome.
Çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, di 9'ê Nîsanê de li ber Girtîgeha Gebzeyê dest pê kirin di roja 6’emîn de didome. Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne di 9'ê Nîsanê de “çalakiya nobetê” ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê dan destpêkirin di roja 6’emîn de didomînin. Malbetên ku piştî ketin grevê û 2 caran hatin binçavkirin tevî şert û mercên neyîni çalakiya xwe ya nobetê berdewam dikin. Malbatên ku 6 rojin di çalakiyê de ne bi biryarin ku heta daxwazên zarokên wan pêk bê çalakiya xwe berdewam bikin.
‘EM Ê HÊJ ÇI WINDA BIKIN'
Dayika Alî Îlhan Bayar ê di 26'ê Kanûna 2018'an de li Girtîgeha Tîpa F-1 a Tekîrdagê ket greva bêdem û bêdorveger, Zeynep Bayar, bang li hemû xizmên girtiyan kir û xwest êdî li mala xwe rûnenên û dengê xwe bilind bikin. Bayar wiha got: "Roj ne roja rûniştina li malê ye. Zarokên me 108 rojin di greva birçîbûnê de ne. Bi taybetî bang li dayikan dikim. Dayik hêj çawa li mala xwe rûdinên. Roj ne roja mirov li mala xwea rûnê. Kêliyek em winda bikin tune ye. Êdî dem derbas dibe. Ji xwe yên ketine grevê dê piranî seqet bimînin. Em ê hêj çi winda bikin. Ez bang li Emîne Erdogan dikim. Kurê te 108 rojan birçî be tu yê çawa li cihê xwe rûnê. Tuyê wisa raweste? Tu jî ne dayik e. Hinekî xwe dine şûna me. Bila êdî rayedar dengê me bibhîzin.
Dayika Newroz Bozkurt a di 1'ê Adarê de di grevê de ye Sultan Bozkurt jî bang li her kesî kir ku bedeng nemînin û wiha got: "4 salin li ser Birêz Ocalan tecrîda giran heye. Lê hêj civak tev bêdeng e. Ji 1'ê Adarê û şûnde 7 hezar girtî ketine grevê. Lê mixabin dewleta Tirk li mirinan temaşe dike. Hem dikuje û hem jî destûr nade em cenazeyên xwe veşêrin. Heta niha 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Destûr nadin ku em cenazeyên xwe jî rakin. Em sêşemê hatin ziyareta zarokên xwe. Piştî me halê wan dît me li ber girtîgehê dest bi nobetê kir. Heta niha em 2 caran hatin binçavkirin. Destûr nedan em li pêş girtîgehê çalakiyê pêk bînin. Lê em bi biryar in. Em dê her roj li pêş girtîgehê nobetê bigirin. Bila êdî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Heta ku tecrid bi dawî nebe çalakîe jî bi dawi nabe.
Em bang li rayedarên dewletê dikin. Bila dengê dayikan bibhîzin. Ez vê pirsê ji wan dikim. Bila xwe dînin şûna me. Bila demek berî demekê vê tecrîdê rakin û li Îmraliyê bila hevdîtin dest pê bikin. Ez bang lmi wekîlên me û gelê kurd jî dikim. Mila me û zarokên me li pêş girtîgehê bi tenê nehêlin. êrîşî me dikin. Destûr nadin em li ber girtîgehê rawestin. Ji ber ku em hindik in êrîşî me dikin. Hemû kesên aştiyê dixwazin û dibêjin em demokratin bila gavan bavêjin û tiştekî bikin. Heta ku zarokên me di grevê de bin emê li ber girtîgehê nobetê bigirin. Em bang li her kesî dikin ku bên piştgiriyê bidin nobeta me.
Xizma girtiyan Guler Bugday jî anî ziman ku tevi zextan û baranê jî dîsa nobeta xwe berdewam dikin û wiha got: "Zarokê men zêdeyî 100 rojin bedena xwe dane ber birçîbûnê. Êdî bila deng bidin dengê çalakgeran. Zarokên me li pêş çavên me dihilin. Ger ku li vî welatî hiqûq hebûya wisa nedibû. Ev qerîna me ne tenê ji bo me ye. Ji bo hemû kesên li vî welatî dijîn e. Em dixwazin demek berî demekê tecrid bi dawî bie. Heta ku ev tecrid bi da-wî nebe çalakî jî bi dawî nabin. Wê mirin jî hebe û hêsirên çavan jî hebin. Heta ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk neyê wê mirin berdewam bike. Êdî bes e."
MA / Ferhat Çelik