EDENE – Girtiyê li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê Huseyîn Çig ku di sala 1999'an de li dijî radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, niha jî li dijî tecrîdkirina Ocalan bedena xwe daye pêş mirinê û di grevê de bedena xwe dihilîne.
Girtiyê li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmirê Huseyîn Cig, ji 1'ê Adarê û virde li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger de ye. Cig, di sala 1993’an de li Edeneyê hat binçavkirin û bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 36 sal ceza hat. Cig, di sala 1999'an de li Girtîgeha Mereşê li dijî radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye bedena xwe da ber agir û çalakiya protestoyî kir. Cig, di çalakiyê de bi giranî birîndar bû beşek mezin a laşê wî şewitî. Lê dîsa tevî vê rewşa xwe di 1'ê Adarê de ji bo dawi li tecrîdê bê ket greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.
Kekên Cig 'Abdullah û Yusuf Çîg jî piştî tev li PKK'ê bûn di şer de jiyana xwe ji dest dan. Dayika Cig Emine Cig ji piştî têkoşîna zarokên xwe di nava têkoşîna xebatên Dayikên Aştiyê de cihê xwe girt. Emîne Çîg dema xebatên aştiyê dikir di sala 2007’an de hat girtin û 4 salan li Girtîgeha Mereşê girtî ma.
‘DIVÊ BÊ DERMANKIRIN '
Dayik Emîne Çig, anî ziman ku herî dawî di 10'ê Nîsanê de bi krê xew re hevdîtin kiriye û wiha got: “Di hevditinê de got 'Heta tecrîd bi dawî nebe dest ji çalakiyê bernadim. Bedela wê çi dibe bila bibe heta em encam bistînin emê çalakiya xwe berdewam bikin. Ne tenê li ser Ocalan tecrid heye. Li ser me hemûyan tecrîd heye.' Kurê min dema Ocalan anîn Tirkiye bedena xwe da ber agir û çalakî pêk anî. Dermankirina kurê min asteng kirin. Pişti hewldanek mezin kurê min hat dermankirin. Di sala 2007’an de li Mereşê ez û kurê xwe di heman girtîgehê de man. Ez 4 salan li Mereşê bi kurê xwe re bum heval. Ez li çalakiya kurê xwe xwedî derdikevim. Çi pêwist be ezê bikim. Min zarokên xwe di oxira vê têkoşîne de winda kirin. Hemû kesên di vê rêyê de bedena xwe dane ber mirinê zarokên min in. Ez heta dawi li gel wan im. Em dixwazin tecrîd bi dawi bibe. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin beriya ku zêdetir mirov jiyana xwe ji dest bidin daxwazên wan pêk bînin."
MA / Hamdullah Kesen