ENQERE - Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, di çalakiya xwe ya hefteya 241’an de, diyar kir ku li gelek girtîgehan hevdîtinên qeyd dikin.
Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, çalakiya xwe ya hefteya 241’an, ligel barana zêde, li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê lidar xist. Mahmût Konak li ser navê înîsiyatîfê di çalakiyê de axivî û bal kişand ser çalakiya Leyla Guven a 157 rojin berdewam dike. Konak, derbarê rewşa tenduristiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî ev tişt gotin: “Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê dene, nebaşe. Pişta wan diêşe, kêm dibînin, ronahî û deng wan aciz dike, mîda wan diêşe, zêde kîlo dane, tansiyona wan dikeve û radibe. Wezareta Dadê mûxatabê vê mijarê ye û divê bi lezgînî guh bide vî dengî. Li gel hin girtiyan refakatvan tuneye. Dîsan lêpirsînê derbarê girtiyên di greva birçîbûnê dene vedikin û cezayê dîplînê li wan dibirin. Li hin girtîgehan jî kontrolên bijîşkan bi rêk û pêk nayên kirin.”
'WEZARETA DADÊ AGAHIYAN PARVE NAKE'
Konak, diyar kir ku di hefteya derbas bûyî de, ÎHD’ê li Amedê lîsteya girtiyên nexweş aşkere kir û wiha pê de çû: “Ligel 457 girtiyên nexweşîna giran, 1333 girtiyên nexweş hene. Bêguman ev hêjmar zêdetire. Wezareta Dadê têkildarî vê yekê tu agahiyan parve nake. Li girtîgeha Sîncanê girtiyeke koçber ku nexweşiya wî ya pençeşêrê pêşde çûye heye. Me navî wî tespît nekir. Lê mîna vî gelek girtiyên nexweşiyên wan giran hene.”
'GARDIYAN DIKEVIN HEVDÎTINA PARÊZERAN’
Konak, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî grevên birçîbûnê, li gelek girtîhan gardiyen dikevin hevdîtinên parêzeran û bi kamerayna jî hevdîtin tên qeydkirin. Ev bêhiqûqiye. Em ê derbarê vê de raporekê bi weşînin.”