AMED – Parlamenterê HDP'ê Musa Farisogullari di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da û got: "Greva birçîbûnê hatiye asta krîtîk. Divê rayedarên dewletê demek berî demekê gavan bavêjin. Tecrîd nêzîkatiya li hemberî gelê me ye."
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 157'emîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên Tirkiye ku di 16'ê Kanûnê de dest pê kirin di roja 118'emîn de didome. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 44'emîn de didome. Xizmên girtiyan, parlamenter û rêveberên HDP'ê bi armanca balê bikişînin ser daxwazên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan di saetên serê sibê de Girtîgeh dorpêç kir û destûr neda kes nêzî girtîgehê bibin. Malbatên rastî astengiya polîsan hatin, meşiyan ber avahiya HDP'ê ya Amedê. Polîsan avahiya HDP'ê ya Amedê jî dorpêç kir û destûr nedan ku rêveber û parlementerên HDP'ê ji avahiya HDP'ê bimeşin Girtîgehê. Parlamenter û rêveberên HDP'ê ku rastî astengiya polîsan hatin li ber deriyê avahiya HDP'ê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
ROJNAMEGER JÎ ASTENG KIRIN
Endam û rêveberên HDP'ê ku li gel parlamenteran li ber avahiya HDP'ê çalakiya rûniştinê pêk anîn bê navber dirûşme berz kirin. Rojnamegerên ku xwestin çalakiyê bişopînin û dîmenan bikişînin rastî astengiya polîsan hatin. Dema rojnamegeran xwestin dimenan bikişînin û polîsan xebatkarên çapemeniyê asteng kirin; di navbera polîs û xebatkarên çapemeniyê de rageşî derket. Jinên ku di vê kêliyê de xwestin bên avahiya HDP'ê rastî astengiya polisan hatin. Polîsan bi TOMA mudaxale kir û piştî niqaşan malbat ketin avahiya HDP'ê.
Piştî polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kir û destûr nedan kes ji HDP'ê derkevin, Rêveber û Parlamenterên HDP'ê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP'ê Salîha Aydeniz, Musa Farisogullari û Îmam Taşçier û malbatnên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn. Li vir Parlamenterê HDP’ê Musa Farisogullari daxuyanî da û wiha got: "Niha tişta tê kirin Faşîzma reş e. Partiyame bi her awayî di bin dorpêça polîsan de ye. Hemû kolan û rêyên tên partiya me hatine girtin. Çalakiya greva birçîbûnê di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 157 rojin di grevê de ye didome. Ji bo em bibin dengê wan em li vir daxuyaniyê didin. Êdî mirov jiyana xwe ji dest didin. Em wekî nûnerên gel nikarin li hemberî vê rewşê bêdeng bimînin. Birêiz Ocalan 4 salin di bin tecrîda mutlaq de ye. Ne gelê me û ne jî girtî vê tecrîdê qebûl nakin. Piştî hilbijartinê em bi hevî bûn her tişt asayî bibe. Lê zext bêtir bûn. Em careke din bang li rayedarên dewletê dikin. Demek berî demekê gavên erênî bavêjin. Tecrîd nêzîkatiya li hemberî gelê me nîşan dide. Bi çavê dijmin li gelê me dinerin. Divê êdî dawî li van polîtikayan bînin. Em bang li Gelê Tirkiye ji dikin ku li hemberî zexten li ser gelê Kurd bedeng neminin. Divê rol u misyona xwe bilîze. Nêzîkatiya komkujiyê heye. Kes nikare nêzî partiya me bibin. Ji ber ku her dem partiya me di bin dorpêçê de ye. Ev ne asayî ye. Ev raste rast dagirekrî û faşizm e. Divê demek berî demekê gavên çareseriyê bavêjin û tecrîdê bi dawî bikin. Ger ku kengî tecrîd bi dawî bû wê her tişt asayi bibe."
Dorpêça polîsan didome.