STENBOL – KESK'ê li Navenda Çand û Hunerê ya Tarik Akan a Bakirkoyê 2'emîn Konferansa Aştiya Rojhilata Navîn pêk anî. Konferans wê 2 rojan berdewam bike. Konferansê bi niqaşên aştiyê dest pê kir.
Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), li Navenda Çand û Hunerê ya Tarik Akan a Bakirkoyê dest bi 2'emîn Konferansa Aştiya Rojhilata Navîn kirin. Konferansa ku 2 rojan bidome bi niqaşên li ser aştiyê dest pê kir. Konferansê di serî de ji bo kesên li Enqere di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û hemû kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik ewil axaftina vekirinê kir û wiha got: “Em tev dizanin çend sedemên çima demokrasî pêk nayê heye. Yek ji van sedeman rejîma yek perestî ye. Dîsa rejîma emperyalist a mêtînger e. Hêzên derve ku hatine herêmê dagir dikin. Ev hêzên biyanî yên dagirker tenê dikare bi hêza gel û kedkaran ji vê axê derkevin. Geşedanên li Sûriye, Îran û Iraqê bandorê li men jî dike. Me dît ku geşedanên li Rojava pêş ketin bandor li ser Tirkiye, Îran û Iraqê kir. Şerê li ser berjewendiya Emperyalistan pêş dikeve herêmê bêtir aloz û tev li hev dike. Yek ji sedema krîza aborî ya li Tirkiye neçareseriya pirsgirêka Kurd e."
Di Rûniştina 1'emîn a Konferansê de Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, mijara “Hevsengiyên Tên Guhertin û Plana Pişt a Dîrokî ya li Rojhilata Navîn" pêşkêş kir.
GELAN BI HEV DIDIN ŞER KIRIN Û TEMAŞE DIKIN
Analîsta Siyasî ya Lubnanî Enis Nakkaş, bal kişand ser pergala piştî 1'emîn Şerê Cîhanê û pergala li Rojhilata Navîn û wiha got: “Li Ewropa dema Împarator hilweşiyan li şûna wan tiştên nû derketin. Mînak Netew Dewlet derketin holê. Lê li herêma me nexşe beyî vîna gel tên avakirin û xêzkirin. Hêzên metînger li cihê xwe rûdinin ê li gorî xwe sînoran xêz dikin. Li gorî xwe biryara şekl û pergala rêveberiyê didin. Li gorî eşîr û baweriyan nexşeyan xêz dikin û rêveberiyê ava dikin. DYA êdî ji ber ku nikare li Iraqê bimîne, niha ketiye nava lêgerînên nû. Niha gelên li ser vê axê bi hev didin şer kirin û ew jî ji xwe re temaşe dikin. Mezheban bi hev didin şerkirin. Şerê Şiî-Sunnî pêş dixin. Şerê Tirk û Kurdan pêş xistin. Li ser navê Bahara Ereban geşedanên li Iraq û Sûriye em dibînin. Wan bi xwe komên çekdar ava kikirin û li Rojhilata Navîn belav kirin."
‘LI ROJHILATA NAVÎN KRÎZ HEYE
Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Prof. Dr. Îlhan Uzgel jî “Niha Li Rojhilata Navîn tenê pirsgirêkek heye. Ew jî krîz e. Krizek ku her diçe kûr dibe ye. Li heremê pirsgirêka sereke jiyan bi xwe ye. Bahara Ereban ji rewşa berê ne baştir e. Meqesa di navbera cîhanê û Rojhilata Navîn de her ku diçe vedibe. Stratejiya Suriye û Amerika û wekî ya Iraqê. Suriye di nava xwe de teqiya. Rejîm, Rusya, Hizbullah, Îsrail, Amerika, Tirkiye û DAIŞ bi hevre li nava Sûrişe şer dikin û li Sûriye dixin. Li wir krîza bîrdozî heye. Li gel krîza Stratejîk, krîza bîrdozî heye. Ev bi xwe re kaosê tîne."