HATAY - Platgorma Jinan a Îskenderûnê, ji zaroka 11 salî Rabîa Naz Vatan edalet xwest û got, divê lêpirsînek bi bandor bê bi rêve birin.
Platforma Jinan a Îskenderûnê, xwest ku sedama mirina Rabîa Naz Vatan a 11 salî ya bi awayekê bi guman li navçeya Eynesîl a Giresûnê jiyana xwe ji dest da, bê ronîkirin. Berdevka Platformê Mûhsîne Taşan, di daxuyaniya li ber Mizgefta ÛLû hat lidarxistin de axivî û got: “Di rapora Saziya Tîpa Edlî (ATK) ya Vatan de hat gotin ku “travmaya bedenî” derbas kiriye.”
'EM EDALETÊ DIXWAZIN'
Taşan, diyar kir ku wesayîta biraziyê serokê şaredariyê yê AKP’ê li Rabîa qelipiye û di rewşek gumanbar deye. Taşan, da zanîn hewl didin li ser bûyerê bigirin û wiha bilêv kir: “Em ji bo Rabîa edaletê dixwazin. Em dixwazin lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin. Edalet dê bê me bêdeng nemîne.”