RIHA – Endamê HPG’ê Musa Çetîner ê li Dersimê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da piştî 10 mehan li warê xwe Siwêregê hat veşartin.
Endamê HPG’ê Musa Çetîner beriya 10 mehan ango di tîrmeha 2018’an de li Dersimê di êrîşa bombebaranî de jiyana xwe ji dest dabû. Tevî hemû hewldanên malbatê jî cenazeyê Çetîner nehat dayîn û li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatibû definkirin. Piştî testa DNA’yê ya malbatê ku li cenaze hat, malbat çû cenazeyê zarokê xwe wergirt û birin warê xwe navçeya Siwêrega Rihayê. Malbat 10 meh li benda encama DNA’yê sekinî.
MERASÎM DI BIN DORPÊÇA POLÎSAN DE PÊK HAT
Polîsan destûr neda malbatê cenaze bi roj were definkirin. Malbatê di bin dorpêça polîsan de di saetên şevê de cenaze veşart. Polîsan tenê destûra malbatê da ku beşdarî merasîma cenaze bibe.
Serdanên sersaxiya ji bo Çetîner li mala wan a li Siwêregê tê qebûlkirin.