AMED - Polîsên ku avahiya HDP’ê ya Amedê dûrpêç kirin, destûr nadin parlementer û Hevşaredarên HDP’ê li ber girtîgehê daxuyanî bidin.
Parlementer û Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca piştgirî dayîna grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê. Parlamenter û Hevşaredarên HDP’î berî daxuyaniyê li avahiya partiyê ya Amedê kom bûn. Polîsan avahiya HDP’ê ya Amedê dûrpêç kirin destûr nadin parlementer û hevşaredar ji avahiyê derkevin. Avahiya HDP’ê dibin ablûkeyek mezin a polîs, maşîneyên zirxî û TOMA’yan deye. Ji bo ku rojnameger dîmen û wêneyên parlamenter û hevşaredaran nekêşin, mertalên xwe bilid kirin û dûre rojnameger ji ber avahiyê dûr xistin.
XIZMÊN GIRTIYAN HATIN BER AVAHIYA PARTIYÊ
Malbatên li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, li benda parlementer û hevşaredaran bûn, hatin ber avahiya HDP’ê. Malbatên girtiyan li ber partiyê dest bi rûniştinê kirin û polîsan malbatên girtiyan kirin çembere.
Hewldana polîsan a astegkirin parlementer û hevşaredaran berdewam bike.