WAN - Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Tuşba Salîh Akman ê YSK’ê bi hinceta “KHK’iye’ mezbata Hevşaredarê HDP’ê yê Tûşba Yilmaz Berkî yê ji sedî 52.93’an dengan qezenc kir, da wî li ser bertekan twîttera “Me mezbata xwe girt. Xizmeta Tûşba kirin, ji bo me rûmet” parvekiribû, jêbir.
YSK’ê bi hinceta “KHK’iye’ mezbata Hevşaredarê HDP’ê yê Tûşba Yilmaz Berkî yê ji sedî 52.93’an dengan qezenc kir, da Namzetê AKP’ê Salîh Akman ê ji sedî 39.37 winda kir. Akman piştî biryara YSK’ê mezbata girt û li ser hesabê xwe yê Twîtterê @Salîh_Akmann ê gotinên “Me mezbata xwe girt. Ji bo mala xwe, hêlîna xwe û Tûşbaya xwe xizmet kirin, ji bo min cihê rûmetê ye” parvekirbû. Ev parvekirina Akman li ser Twîtterê rastî bertekên bi hezaran kes hat û Akman li ser vê yek ev parvekirina xwe jê bîr.
Salîh Akman ê AKP’î piştî parvekirin “We windakir, kes we naxwaze. Hûn vîna gel xesp dikin… Ez ji hêvî dikim ku dê Xwedê vê keyfxweşiya we li we heram û ziqûm bike. Li we heram be, ji niha de li we heram be. 7-8 caran min bersiv nivîsand û jê bir. We bi lîstûkan Serokatiya ku namzetê HDP’ê qezenc kiribû, jê stand. Ji rêyê we yê sor name min fedî kir. Mafê mirovan xwarin ez bawerim qet ne dixema w edeye. Xwedê di demek kin de we pîşman bike. Xwezî li şûna me mezbata girt, we gotibûya me xeps kir” parvekirina xwe ya li ser Twîtterê jê bir.