WAN – Besra Salhan a 71 salî ku ji bo piştevaniya girtiyan ji bo sê rojan ket greva birçîbûnê got: “Em dereng man. 7 can çûn. Hêj em li benda çi ne?”
Li Wanê ji bo piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didomînin 3 rojan greva birçîbûnê hat destpêkirin. Ji 9 kesên di greva birçîbûnê de ne yek jê jî Besra Salhan a 71 salî ye. Tevî nexweşînên xwe yên wek tansiyon, şeker û astimê jî Salhan ev sê roj in di greva birçîbûnê de ye. Tevî hemû bedena xwe ya westiyayî jî ziyaretvanan li ser piya pêşwazî dike.
BEHSA KURÊ XWE DIKE
Kurê wê Sînan Salhan li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê tê ragirtin û di greva birçîbûnê de ye. Dayik Salhan behsa kurê xwe dike. Salhan diyar kir ku kurê wê ji 8’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye û behsa serpêhatiya zarokatiya wî kir. Dayik Besra got dê kurê wê 3 sal şûn ve were berdan û ji kesera dilê xwe re “ax” dike.
‘WÊ VÊ CARÊ LI MIN GUHDAR BIKE’
Dayika Besra da zanîn ku 7 sal in lawê wê girtî ye û ji bo wî bibîne her meh li ser rêya ye û her dawî di 1’ê Nîsanê de çûye hevdîtinê û kurê wê zeîf bûne. Dayika Besra anî ziman ku rojnameyan nadin girtiyan û got: “Tenê di radyoyê de geşedanan hîn dibin. Ez hêvîdarim wê vê carê min bibîhîze. Wê bibîhîze ku va dayika wî jî xweşik axiviye. Girtî gellek bi biryar in. Xwedê ber cefayê wexe lawo.”
‘ÇAVÊ TIM LI SER TELEVÎZYONÊ YE’
Dayika Besra destnîşan kir ku greva birçîbûnê wê nade zorê û got: “Divê ez ji bo dermanê xwe xwarinê bixwim. Lê xem nîne. Ez ji bo her çalakî û berxwedanê amade me. Sînan çawa li ber xwe dide ez ê jî wisa li ber xwe bidim. Sebra min li malê nayê. Çavê min her tim li ser televîzyonê ye. Ez dibêjim gelo wê çi bibe, çavê min li ser agahiyan e. Wexta ew di wê rewşê de bin em ê çawa jiyana xwe bidomînin.”
‘HÊJ EM LI BENDA ÇI NE?’
Dayika Besra anî ziman ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam bike dê ew jî çalakiyên xwe berdewam bikin û got: “Em dereng man. 7 canên me çûn. Hêj em li benda çi ne? Divê em nesekinin. Çi dibe bila bibe divê em li keêleka vê çalakiya mafadar cih bigirin.”
MA / Nazan Sala