RIHA - Mehmet Aslan ku 5 kurê wî û biraziyekî wî di greva birçîbûnê de ne, got: "Li vî welatî heq û hiqûq tune ye. Cîhanê xwe li kerîtiyê daniye. Tenê em dixwazin hikûmet dengê me bibihîse."
Li Grtîgeha Tîpa T a Rihayê 5 ferdên malbata Aslan, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 44 roj in di greva birçîbûnê de ne. Mehmet Aslan (76) ku kurên wî Fevzî, Mehmet, Omer, Kasim, Halîl û biraziyê wî Şerîf Aslan 6 meh in girtîne, di greva birçîbûnê de ne.
Aslan, bilêv kir ku wexta mesele tê ser kurdan her kes xwe li ker û lalîtiyê datîne û got: "Zarokên min li dijî zilmê li têdikoşin. Daxwaza wan, ne rûxandina dewletê ye. Daxwaza zarokên min û zarokên kurdan diyar e. Edaletê dixwazin. Lê dewlet îxanetê li kurdan dike. Li ber çavên min nevî û zarokên min îşkence kirin. Bi namlû û pehînan li wan dan û ew binçav kirin. Wê kêliyê min nikaribû tiştek jî bikira. Niha hemû di greva birçîbûnê de ne. Berî tiştek bê serê wan divê gavin bên avêtin, daxwaza wan bê qebûlkirin da grev bi dawî bibe."
Aslan, bal kişand ser rewşa Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û got: "Leylayê li dijî vê zilmê hew îdare kir. Çima ket greva birçîbûnê? Çimkî li vî welatî heq û hiqûq tune ye. Dixwazin gelê kurd û tirk pev kevin û ew jî temaşe bikin. Em vê zilmê qebûl nakin. Zarokên me tî û birçî ne. Cîhanê xwe li kerîtiyê daniye. Tenê em dixwazin hikûmet dengê me bibihîse."