STENBOL – Birayên hev Maşallah û Îzzettîn Eren ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Her du birayan bang li raya giştî kirin û gotin: "Ne birçîbûn, bêdengî mirovan dikuje. Divê her kes li dor zindanan bibe xelek."
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin. Ji kesên di greva birçîbûnê de dudo jê jî birayên hev Maşallah (24) û Îzzettîn Eren (32) in. Maşallah Eren di 1'ê Nîsana 2013'an de hatiye girtin û 10 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn û niha li Girtîgeha Jimare 2'yan a Bandirmayê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Îzzettîn Eren jî di sala 2008'an de li Bedlîsê hatiye girtin û 36 sal ceza lê hatiye birîn û niha li Girtîgeha Kalkander ya Rîzeyê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.
'FAŞÎZM JI DENG Û RONAHIYÊ DITIRSE'
Maşallah Eren bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û got: "Niha dixwazin çalakiya me bişikînin. Dixwazin me teslîm bigirin. Ji ber vê car heye me dixin huceryan îşkence dikin. Vê yekê geh di dema telefonê, geh di dema çûyîna dadgehê geh jî di dema çûyîna nexweşxaneyê de dikin. Lê li dijî vê berxwedaneke mezin heye." Eren, bilêv kir ku dewlet hêzê ji bêdengiyê digire û got: "Divê ev bêdengî bê şikandin. Nexasim jî divê ev bêdengiya di nav gel de bê şikandin. Wekî hevalê Kemal Pîr gotî 'Faşîzm ji du tiştan ditirse. Yek jê; deng a dinê jî ronahî ye.' Divê em dengê xwe û ronahiya xwe meizn bikin da ku em li girtîhehan faşîzmê paş ve bibin. Ez bang li hemû malbatan û gelê me dikim; Divê ev bêdengî ji holê bê rakirin. Bangawaziya girtiyan li ser vî esasî ye."
Her wiha Eren, anî ziman ku tenduristiya girtiyan xirab e û got: "Ne ku em dibêjin. Tenduristkarên tên odeyê dibêjin. Ji bo hevalan tedawî bikin serî li rêbazên şantajiyî didin. Ji bo şehadet çênebin divê gelê me û sazî û dezgehên demokratîk rabin ser piya."
67 GIRTÎ
Eren, bilêv kir ku di dema sewqkirinê de girtî tên îşkencekirin û got: "Dixwazin wan bişînin nav kesên serbixwe. Loma bi awayekî dijwar tên îşkencekirin. Em bixwe jî bi tiştekî wisa re rû bi rû man. Wexta êrîş dikin, 20 kes bi hev re êrîş dikin. Dixwazin vîna me bişikînin." Eren, diyar kir ku li girtîgehê 67 kes di greva birçîbûnê de ne.
‘BÊDENGÎ MIRIN E'
Eren, got: "Me di serî de got. Faşîzm ji du tiştan ditirse. Yek jê ronahî ye. Ji bo me ronahî rê ye. Ew rê jî rêya berxwedanê ye. Rêya hevalê Zulkuf Gezen xeta me ye. Em ê heta dawiyê li ser vê rêyê bin. Divê êdî her kes bibe dengê vê berxwedanê. Bêdengî dibe sedema mirinê. Loma divê bêdengî ji holê bê rakirin. Li Tirkiye û Kurdistanê gel dikarin dakevin kuçeyan û bibin dengê vê berxwedanê. Eger wisa bibe wê di demeke kurt de tecrîd bi dawî bibe."
Îzzettîn Eren jî anî ziman ku li girtîgeha ew lê dimîne 78 kes di greva birçîbûnê de ne û got: "Rewşa hevalên koma ewil xiraab e. Vîtamîna B1 nadin. B12 didin. Jixwe tesîra vê vîtamînê jî kêm e. Hevalê me Cahît Erol xistine hucrey. Ev demeke di hucreyê de ye. Her wiha di greva birçîbûnêd e ye jî. Hevalên me yên cezayê muebeta giran li wan hatiye birîn jî di hucreyê de ne. Ew jî di greva birçîbûnê de ne. Di warê fizîkî de pir na, lê di warê derînî de zext û zorî pir in."
‘ÇI TÊ KIRIN DIVÊ NIHA BÊ KIRIN'
Eren, got: "Kî çi dike bila niha bike. Piştî niha çi bê kirin jî bêfêde ye. Divê saziyên demokratîk, rewşenbîr û her kes li dor vê berxwedanê bibin xelek. Bangawaziya me ji bo her kesî ye. Divê gel rol û mîsyona xwe pêk bîne. Ev bêdengî nayê qebûlkirin. Gotineke hevala Leyla Guven hebû; Ne birçîbûn, bêdengî mirov dikuje. Eger şehadet çêbibin û erwş xirabtir bibe sedema vê bêdengî ye. Loma divê her kes bibe dengê zindanan."
Xaltîka her du girtiyan Berînas Eren jî got: "Em şer û pevçûnê naxwazin. Du zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Ên di greva birçîbûnê de hemû zarokên me ne. Gerîla jî, leşker jî zarokên me ne. Em aştî, heq û hiqûqê dixwazin. Li cîhanê heq û hiqûq heye, bila ji bo me jî hebe. Em jî mirov in. Em jî welatiyên Tirkiyeyê ne. Em aştî û biratiyê dixwazin."
‘EM NIKARIN XWARINÊ BIXWIN'
Bav Abdûllah Eren jî got: "Du kurên min girtî ne û di greva birçbûnê de ne, lê girtiyên di greva birçîbûnê de hemû zarokên min in. Giş kezeba me, ruhê me ne. Ji ber gotin em kurd in hatine girtin. Tu sûcê wan tune ye. Çima polîsan nagirin, çima zarokên xwe nagirin. Çima zarokên xelkê digrin. Ma ên tên girtin ne mirov in? Ji ber niha zarokên me tî û birçî ne, xew bi çavê me nakeve. Xwarin di qirika me re naçe xwar."
‘DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE'
Bav Eren, diyar kir ku daxwaza zarokên wî daxwaza wî ye jî û bang li saziyên navnetewî kir û got: "Em dixwazin daxwaza wan bê qebûlkirin û greva birçîbûn bi dawî bibe. Eger tecrîd bi dawî nebe wê grev jî dewam bike. Li ber CPT'yê ew qas mirov li ber xwe didin, lê CPT nabêje ev mafê mirova ye. Li her derî bêdengî heye. Tirkiye, Ewropa xwe li ker û lalîtiyê danîne. Nabêjin ma ev tî ne, birçî ne. Îslamiyet vê yekê qebûl nake."
MA / Sadiye Eser