STENBOL – Ayneta Bûlût ku keçek wê û kurek wê di greva birçîbûnê de ye got: "Bang li saziyên civaka sivîl û hemû partiyên siyasî dikim. Kesên dibên em xwedî wijdan in divê hemû dengê xwe li dengê çalakgeran zêde bikin û vê tecrîdê bişikînin."
Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Tûba Bûlût ku di 22'yê Kanûna 2018'an de li Stenbolê hat binçavkirin û paşê hat girtin, ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Bakirkoyê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva abirçîbûnê de ye. Her wiha birayê wê Serhat Bûlût ku 2 sal in girtiye jî li Girtîgeha Cirnê Reş ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.
Dayik Ayneta Bûlût, anî ziman ku zarokên wan wê gotine heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike û got: "Keça min got, bijîşk wan kontrol dikin, lê belê kurê min got 'bijîşk tên girtîgehê, lê nayên odeya me. Ji me re dibên 'Derkevin ber derî an jî hewadariyê.' Hin hevalên me hene nikarin ji nav cihan rabin. Em jî ji bişîşkan re dibêjin werin odeyê. Lê nayên. Yanî bi awayekî rûtîn em nayên kontrolkirin.'"
Dayi Bûlût, destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê ji bo zarokên xwe biêtkoşe û got: "Divê her kes destekê bide grevên birçîbûnê. Wexta ez diçin girtîgehê nikarim li rûyê wan binerim. Divê her kes ji bo van kesên li ber çavên me dihelin tev bigere. Bang li saziyên civaka sivîl û hemû partiyên siyasî dikim. Kesên dibên em xwedî wijdan in divê hemû dengê xwe li dengê çalakgeran zêde bikin û vê tecrîdê bişikînin."