ÎZMÎR – Parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnasan, diyar kir ku çalakgerên greva birçîbûnê di sedsala 21'emîn de "ji bo jiyanê mirin" hilbijartine û gotin, berî mirov bimirin demildest divê qanûn pêk bên û tecrîd bi dawî bibe.
Nûnerên Weqafa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên hevdem (ÇHD) ku bi KHK'ê hat girtin ên Îzmîrê, bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin û xwestin demidlest tecrîd bi dawî bibe.
USTERCÎ: DIVÊ ÎZOLASYON BI DAWÎ BIBE
Nûnerê THÎV'a Îzmîrê Coşkûn Ussterîcî, got: "Armanca sereke ya grevên birçîbûnê bidawîbûna îzolasyona mutleq e. Divê mafê hevdîtinê ku mafekî gerdûnî ye û mafê hemû girtiyan e pêk bê." Her wiha Uterîcî bal kişand ser tenduristiya çalakgeran jî û got: "Ji bo bedena girtiyan texrîb nebe divê xwê, şekir, karbonat û vîtamînên B1 bigirin. Lê belê gelek girtîgehan van tiştan tam nadin girtiyan."
AKTAŞ: TECRÎD JIYANA ME DÎL GIRTIYE
Rêveberê ÎHD'a Îzmîrê Nîzamettîn Aktaş jî, diyar kir ku çalakgerên greva birçîbûnê di sedala 21'emîn de "ji bo jiyanê mirin" hilbijartine. Aktaş, destnîşan kir ku divê êdî dewleta Tirkiyeyê li gor hiqûqa xwe tev bigere û got: "Mirovên ketine greva birçîbûnê, ji ber mafên xwe yên di hiqûqa navnetewî û Tirkiyeyê de nivîsandî diparêzin bedena xwe dane ber birçîbûnê. Ev zilm e. Em bang li dewletê dikin; li gor qanûnên xwe tev bigere."
Aktaş, bilêv kir ku ev tecrîd tenê ne li ser Ocalan pêk tê û got: "Em jî tên tecrîdkirin. Tecrîdê jiyana me dîl girtiye. Ev şerm e, ev şerm a dewletê ye. Em bang li dewletê, hêzên demokrasiyê û hemû mirovan dikin; Werin piştgiriyê bidin van mirovan."
GULTEKÎN: TECRÎD ÎŞKENCE YE
Serokê Şaxa ÇHD'ê ya Îzmîrê Serdar Gultekîn, diyar kir ku ji bo êdî kes bedêlên giran nede divê demildest daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin. Gultekîn, destnîşan kir ku li gor qanûnan hin mafên girtiyan hene û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî girtiyeke û li gor Qanûna Bingehîn mafên wî hene. Gultekn got: "Astengkirina malbat û parêzeran û tecrîdkirina kesekî ne insanî ye. Tecrîd îşkence ye."