EDENE - Îsmaîl Kocaman ku li Girtîgeha Bolûyê ji 16'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Bedêl çi dibe bila bibe, heta tecrîd bi dawî nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin." Her wiha Kocaman bang li gel jî kir û got: "Bibin dengê me."
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, Îsmaîl Kocaman ji 16'ê Çileyê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Kocaman, di sala 2015'an de bi îdiaya "endamtiyê rêxistinê" hatiye girtin û 10 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn.
'BEDÊL ÇI DIBE BILA BIBE'
Kocaman ku di 4'ê Nîsanê de hevdîtin bi malbata xwe re çêkir got: "Em ê heta dawiyê doza daxwaza xwe ya mafdar bikin. Bedêl çi dibe bila bibe heta tecrîd bi dawî nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Em bang li gelê xwe û raya giştî dikin, dengê xwe li dengê me zêde bikin."
‘XWARIN NAÇE XWARÊ'
Bav Hasan Kocaman jî anî ziman ku kurê wî û girtiyên di grevê de pir zihîf bûne û her cara ku xwarinê dixwe kurê wî tê bîra wî û ji ber vê xwarin di qirika wî re naçe xwar. Bav Kocaman xwest êdî kes li girtîgehan nemire û got: "Xwarin di qirika me de dimîne. Em malbatên girtiyan em ê li hev rnên û dengê xwe bilind bikin. Em naxwazin ji girtîgehan darbets derkevin. Bila kes nemire. Êdî bes e."
Kocaman, bang li rayedarên dewletê kir û got: "Ji bo mirov nemirin, ger bivê em ê biçin ber edliyeyê, biçin wezaretan daxwazên xwe bînin ziman. Çi bikeve ser milê me malbatên girtiyan em ê bikin. Em ê dengê xwe bilind bikin. Daxwaza zarokên me daxwaza me ye. Em ê bibin dengê wan."
MA / Hamdullah Kesen