AMED - Rêxistinên Civaka Sîvîl ên Amedê bi pêşengtiya DTSO kampanya alîkariyê ji bo welatiyên Îranê yên ji ber lehiyê bi bondar bûn, dest pê kirin.
Rêxistinên Civaka Sivîl ên Amedê bi pêşengtiya Odeya Pîşesazî û Bazirganî (DTSO) a Amedê, ji bo welatiyên Îranê yên ji ber lehîya rabû bi bandor bûn, kampaya alîkariyê dest pê kir. DTSO ku bi Odeya Pişesazî û Bazirganî ya Ûrmiyê re ket nava têkiliyê, dê di çarçoveya pêdiviyên welatiyan de alîkarî kom bike.
Alîkarî Serokê Desteya Rêveber ê DTSP Erdal Avşar, derbarê kampanyayê de daxuyanî da û wiha got: “Ji ber lehiya li Îranê rabû, gelek welatî mexdûr bûne û me xwest em kampanyeya alîkariyê bidin dest pê kirin. Ji ber vê me dest bi kampanyayê kir.”
‘ME PÊDIVIYÊN LEZGÎN DIYAR KIRIN’
Avşar, da zanîn ku wa pêdiviyên lezgîn diyar kirin û wiha got: “Li gorî agahiyên me ji Ûrmiye girtin, pêdivî bivan amûran hene; Betanî, amûrên hîjyenîk, paçên zarokan, sabûn û dermanê cilan hene. Emê alîkariyên werin li Avahiya Xizmetê ya Odeya Pişesazî û Bazirganî ya Amedê kom bikin û ji vir jî emê bişînin qadên lêhî lê rabûn.”
Avşar, ji bo kesên alîkarî bidin, xwest ku agahiyên berfireh ji DTSO’yê bigirin.