MÊRDÎN – HDP’ê ji ber ku Namzetê AKP’ê yê Kerboranê Mehmet Cuneyt Aksoy bi KHK’ê hat îxrackirin û mazbata xwe wergirt îtîrazî YSK’ê kir û xwest hilbijartin ji nûve pêk were.
Partiya Demokratîk a Gelan îtîrazî wergirtina mazbataya Namzetê AKP’ê yê Navçeya Kerborana Mêrdînê Mehmet Cuneyt Aksoy kir. YSK’ê eşkere kiribû ku kesên bi KHK’ê hatine îxrackirin dê nikaribin mazbata xwe werbigirin. Li ser vê yekê jî derket holê ku namzetê AKP’ê yê Kerboranê jî bi KHK’ê hatiye îxrackirin. HDP’ê li ser vê yekê daxwaznameya îtîrazê ya derbarê Aksoy de da YSK’ê.
AKSOY Ê AKP’Î JI FETO HATIYE ÎXRACKIRIN
Namzetê Hevşaredariya HDP’ê yê Kerboranê Ahmet Încî bi daxwanameyek îtîraz kir û bi bîr xist ku namzetê AKP’ê Aksoy bi KHK’iya hejmara 677’an di çarçoveya lêpirsîna “FETO” de ji karmendiya dewletê hatiye îxrackirin.
Ahmet Încî di daxwaznameyê de got dayîna mazbataya namzetê AKP’ê di çarçoveya biryarên YSK’ê de li dijî qanûnan e.
XWEST HILBIJARTIN JI NÛVE PÊK WERE
Încî xwest ku di şûna mazbatayê bidin namzetê partiya di hilbijartinê de bûye duyemîn bila hilbijartin ji nûve pêk were.
SEROKÊ KOMELEYA FETO BÛ
Mehmet Cuneyt Aksoy di sala 2016’an de bi hêceta serokê komeleya girêdayî FETO ye, wî ji kar îxrac kiribûn. Her wiha komele jî dabûn girtin.