ÊLIH - Polîsan daxuyaniya xizmên girtiyan asteng kirin û 3 kes binçav kirin.
Xizmên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di grev birçîbûnê dene, li Cadeya Gulîstan kom bûn û xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê. Koma ku rêveberên HDP’ê yên bajêr jî, di nav de, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan bi hinceta daxuyanî qedexeye, destûr neda ku kom daxuyanî bide.
Xizmên girtiyan ên belav nebûn, polîsan hewl wan belav bû û pevçûn derket. Di pevçûna derket de 3 kest hatin binçavkirin. Ablûkeya Polîsan a li Cadeya Gulîstan berdewam dike.