WAN – Polîsan li Navçeya Artemêtanê destûr neda daxuyanî û çalakiya rûniştinê ya li dijî biryara YSK’ê ku mazbata hevşaredara Artemêtanê nadanê.
Desteya Bilind a Hilbijartinê bi hêceta Hevşaredara Navçeya Artemêtanê ya Wanê bi KHK’ê hatiye îxrackirin mazbata nedanê. Hevşaredarên HDP’ê yên Artemêtanê Gulcan Kaçmaz Sayyigît û Medenî Ozer ji sedî 53,81 rêjeya dengan bi ser ketibûn. YSK’ê biryar da ku dê mazbata bidin namzetê partiya bûye duyemîn. Rêxistina HDP’ê ya Artemêtan û Hevşaredar Sayyigît û Ozer û komek HDP’î çûn ber avahiya Şaredariya Artemêtanê û xwestin biryara YSK’ê şermezar bikin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gellek kes beşdarî çalakiyê bûn. Hevşaredar Sayyigît dema daxuyanî da polîsan ew daf da û destûr neda daxuyaniyê.
Polîsan hêceta qedexeya walîtiyê nîşan da û diyar kirin ku ew ê destûrê nedin daxuyanî û çalakiya rûniştinê. Pişt re HDP’î ji ber avahiya şaredariyê veqetiyan.