MÊRDÎN – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan ê li Mêrdînê ji ber axaftineka wî tê darizandin behsa daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê kir û xwest dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan di 12’ê kanûna 2017’an de li Mêrdînê beşdarî benameyek bûbû û ji ber vê axaftina xwe doz lê hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza Arslan ku bi îdaya “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.
XWEST DOSYEYAN BIKIN YEK
Arslan û parêzerên xwe û rêveberên HDP’ê û DBP’ê beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Arslan got ew bi heman îdayê ji dozek din jî li Dadgeha Mêrdînê tê darizandin û xwest dosyeya wî bikin yek.
‘EM SIYASETÊ DIKIN’
Arslan di parastina xwe de got ew siyasetmedar e û ew mafên makeqanûnê bikar tîne û siyasetê dike. Arslan diyar kir ku ew li dijî polîtîkaya înkarkirina pirsgirêka kurd têkoşînê dikin û got: “Em li dijî polîtîkayên redkirin û tunekirina pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê siyaseta demorkatîk hildiberînin. Ancak ji ber ku em vê yekê dikin tên tên darizandin.”
‘EM BERXWEDÊRAN SILAV DIKIN’
Arslan da zanîn ku girtîgehên Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka krud bi hezaran siyasetmedar girtî ne û îro ev girtî li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne û got: “Îro bi hezaran hevalên me ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan bi bedenên xwe yên birçî li ber xwe didin û dixwazin Tirkiye yasayên xwe bicih bîne. Daxwaz pir eşkere ye û dixwazin mafên makeqanûnê yên girtiyekî teslîmî wî bikin. Ew ji bo aştiyek bi rûmet di greva birçîbûnê de ne. Em berxwedana wan silav dikin. Ji bo dawî li şer were û zemîna aştiyê pêk were di çalakiyê de ne. Ji bo tecrîd bê rakirin em carek din bang dikin û bila rayedar bêdeng nemînin.”
Piştî Arslan parêzerê wî parastinê kir û xwest miwekîlê wî bê beratkirin.
Heyeta dadgehê jî danişînê taloqî 11’ê tîrmehê kir.