RIHA - 2'emîn danişîna doza cerdevanên ku li navçeya Pirsûsê 3 bira kuştin, pêk hat. Dadgehê di danişînê de bav Muslum Toraman serbest berda.
Cerdevanan di 13'ê Tîrmeha 2018'an de li gundê Hêcekê 3 bira kuştin. 2’emîn danişîna doza kuştina 3 birayan li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê pêk hat. Cerdevanên ku têkildarî bûyerê girtî dihatin darizandin, bav Muslum Toraman (55) û kurên wî Metin, Muslum, Aydin, Necmettîn û birayê wî Nuri û pismamê wî Ahmet Toraman li salonê amade bûn. Piştî parastin kirin heyetê navber da danişînê. Piştî navberê Heyeta dadgehê der barê bav Muslum Toraman de biryara berdanê da. Der barê kur Aydin, Metin û Müslüm Toraman de jî biryara berdewama girtinê dan.
Cerdevanan li Gundê Hêcekê di 13'ê Tîrmeha 2018'an de bi çekan êrîş pêk anîbûn. Cerdevanan di êrîşê de ji malbata Bogaakça Murat, Salih û Ahmet kuştibûn. Îmam Bogaakça piştî êrîşê felç bûbû. Piştî bûyerê keyayê gund Muslum Toraman (55) û kurên wî Metin, Muslum, Aydın, Necmettin û birayê wî Nuri û pismamê wî Ahmet hatibûn girtin.