AMED - Sekreterê Desteya Koodînasyona TMMOB’ê yê Amedê Yuksek Dogan Hatûn, diyar kir ku biryara YSK’ê zirar dide edalet û demokrasiyê û got: “Biryarar mezbata ne dayîna namzetên bi KHK’’ê ji kar hatine avakirin, xespa mafe.”
Desteya Koordînasyona Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Amedê, derbarê biryara Desteya Hilbijartina Bilind (YSK) a nedana mezbatên namzetên bi KHK'ê ji kar hatine dûrxistin û piştî bûn şaredar de, li Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) civîna çapemeniyê li darxist.
Sekreterê ÎKK a TMMOB’ê Dogan Hatûn, di civînê de axivî û wiha got: “Li cihên desthilatdariya hikumetê qezenc kirin û li cihên winda kirin hiqûq pir cuda tê bi cih anîn. Yek ji bêhiqûqiyên herî mezin tên kirin biryara YSK’ê ya mezbatayên namzetên bi KHK’ê ji kar hatin avêtin û di hilbijartina harêmî de weke serokê şaredariyê û endamê meclîsê qezenc kirin, nedana wane. Ev xesp kirina mafe. YSK’ê bi vê biryarê rêveberiya xwe tune hesibandiye.”
‘DIVÊ RÊZ BIDIN VÎNA HILBIJÊRAN’
Hatûn, diyar kir ku divê YSK’ê rêzê bide vîna hilbijêran û wiha bilêv kir: “Yên ku tim besha vîna sindoq û gel dikin, bê rêziyek mezin nîşanî vîna hilbijêran didin. Ev jî di warê demokrasiyê de me dixe nava fikaran. Yên ku vîna gel tune dihesibînin, bi zextên siyasî rê û rêbazên hilbijartinê tune ji holê radikin û li gorî karê xwe hiqûq bi cih anîn, welat ber bi kaosê ve dibin. Bi vî awayî vîna hilbijêran tune dihesibînin. YSK’ê bi vê yekê qîmeta xwe winda dike. Biryarên wiha zirarê didin hiqûq, edalet û demokrasiyê.”
Hatûn, da zanîn ku divê mezbatayên serok şaredarên bi dengên gel hatine hilbijartin bên dayîn. Piştî axatina Hatûn civîn bi dawî bû.