MÊRDÎN – Rêxistina AKP’ê ya Mêrdînê vê carê jî bi daxwaznameyek sosret ji bo mazbata nedin Hevşaredar Ahmet Turk serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê da û got: “Ahmet Turk ne KHK’î be jî çalakiyên wî di çarçoveya KHK’ê de ne.”
Di hilbijartina xwecihî de Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Mêrdînê Ahmet Turk bi ferqek mezin hilbijartin bi dest xist û bû Hevserokê Şaredariya Mêrdînê. Ji bo mazbata nedin Ahmet Turk, Rêxistina AKP’ê ya Mêrdînê serî li rêbazên sosret dide. AKP’a Mêrdînê bi daxwaznameyek sosret îtîrazî mazbataya Ahmet Turk kir û serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. Di daxwaznameya AKP'ê de hat bibîrxistin ku Ahmet Turk di 16’ê mijdara 2016’an de, Wezareta Karê Hundir wî ji peywîrê girtiye û xwedîgravê heke Turk mazbata werbigire û dest bi kar bike dê astengî pêk were. AKP’ê di daxwaznameya xwe de xwest mazbatayê di şûna Ahmet Turk de bidin Namzetê AKP’ê yê Mêrdînê Vejdî Kahraman.
SOSRETA LI SER SOSRETÊ
AKP’ê di daxwaznameya xwe ya sosret de wiha didomîne: “Her çiqas Ahmet Turk bi KHK’iyên hejmara 692 û 697’an ji kar hatibe dûrkirin jî lê çalakiyên wî di çarçoveya van KHK’iyan de ne. Eşkere ye ku têkiliya Ahmet Turk bi rêxistina terorê re heye. Ji ber tenduristiya wî nebaş bû hat berdan. Eşkere ye ku niha rewşa tenduristiya wî baş e û divê bişînin girtîgehê.”
'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ DERKEVE’
Şêwirmendê Ahmet Turk, Enver Ete bertek nîşanî rewşê da û wiha got: “AKP van hêcetên ewqas dûrî aqil ji ku dibîne, me fêm nekiriye. Bi hêcetên dûrî aqil îtîraz dike. Serdemek wiha rezîl tu demê pêk nehatibû. Yanî eşkere ango vekirî bêjin em encamên hilbijartinê qebûl nakin. Wê bêtir li gorî aqil be. Ne hewceye hêcetan jî pêşkêş bikin. Lê radibin û dibêjin ‘çalakiyên wî KHK ne û extiyar e.’ Em naxwazin bawer bikin ku yên van hêcetên îtîrazê amade dikin hiqûqnas bin. Em li bendê ne ku pêvajo temam bibe. Tirkiye niha têkoşînek mezin a demokrasiyê dide. Jixwe em dibînin ku hiqûq li holê nemaye. Divê her kes xwedî li vê têkoşîna demokrasiyê derkeve û wisa tevger bike.”