STENBOL – Endama Meclîsa Şaredariya Sancaktepe ya CHP'î Huda Kaya ku dema mamosteya wêjeyê bû bi KHK’ê hat îxrackirin, niha jî rastî astengiya biryara YSK'ê hat. YSK bi hinceta bi KHK'ê hatiye îxrackirin mazbata wê nade wê. Yildirim, anî ziman ku YSK mafê tu wan qezenç kiriye xezp dike.
Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK), biryar da ku Namzetên bi KHK'ê hatine dûrxistin û piştî bûn şaredar, endamên meclîsa şaredariyê û Meclîsa Bajar mazbata nedin wan. Bertek û nerazibûnên li dijî biryara YSK'ê berdewam dikin. Yek ji kesa di Hilbijartina 31'ê Adarê de bû namzet û niha YSK mafê wê nade wê Mamosteya Wêjeyê Huda Yildirim e. Huda Yildirim dema mamosteya Wêjeyê bû, di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi KHK'ê hat îxrackirin. Piştî li Navçeya Sancaktepe ya Stenbolê bû namzeta CHP'ê û di hilbijartinê de bû Endama Meclîsa Şaredariyê niha YSK masbata wê nade wê. Yildirim, li gel ku hatiye hilbijartin jî YSK mazbata wê nade wê.
BERÊ ÎXRAC KIR NIHA MAFÊ WÊ XEZP KIRIN
Yildirim, diyar kir ku hem mamosteya wêjeyê ye û hem jî civaknas e û wiha got: “Ez di herdu qadan de ji hilberînê hez dikim. Ez endama Egîtîm Sen'ê me. Di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi KHK ya hêjmar 675'an hatin îxrackirin. Min her dem rêgezên Konfederasyona sendîkayê parast û hêj diparêzim. Di 15'ê Tîrmehê de 150 hezar kedkarên cemaweriyê hatin îxrackirin. Akademîsyenên Aştiyê jî hatin îxrackirin. 5 hezar ji wan endamên KESK'ê ne. Ev hemû kesên şoreşger, demokrat û muxalif in. Bi îdîayên ku bingeha wan tune em hatin darizandin. Her çend em hatin beraet kirin jî lê dîsa tiştek nehatiye guhertin. Em hêj li benda biryara komîsyona OHAL'ê ne. Komîsyona OHAL'ê belav kirin. Divê hemû peywirdarê cemaweriyê yên bê hiqûq ji karên xwe hatin avêtin dîsa li karê xwe vegerin."
‘JI SERÎ HETA BINÎ BÊ HIQÛQ E'
Yildirim, ani ziman ku biryara YSK'ê ji serî heta binî li dijî hiqûqê ye û wiha axivî: “Heman bê hiqûqî bi KHK'ê bi sed hezaran kedkar ji kar hatin dûrxistin. Bi komî hatin îxrackirin. Hem KHK û hem jî biryara YSK'ê wekî hev li dijî hiqûqê ne. KHK pêkanina OHAL'ê bû. Lê piştî OHAL hat rakirin jî vê carê ev yek kirin zagon. Bi hinceta em ên KHK’î 'têkilî û parvekirina wan bi rêxistina terorê re heye' em îxrac kirin. Lê tu bingeha vê îdîayê tune ye. En piştî hilbijartinê bi ser ketin, niha YSK bi hinceta KHK'ê mazbatayên wan nadin wan. Bi vê yekê mafê wan xezp kirin. Dema ez bûm namzet min hemû belge û evraqên xwe amade kirin û dan YSK'ê. Ez bûm namzeta Sancaktepe. Namzetiya min qebûl kirin, lê niha endamtiya min qebûl nakin. Hem namzetiyê qebûl dikin û hem jî entamtiyê qebûl nakin. Ev pir bi nakokî ye."
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'
Yildirim, anî ziman ku ew ê li dijî vê bê hiqûqiyê têkoşîna hiqûqî berdewam bikin û wiha bi dawî kir: "Piştî em bi ser ketin em xistin. Bi qasî ez disanim em nikarin li dijî biryara YSK’ê dozê vekin. Em dikarin li DMME îtîraz bikin û dozê vekin. Em ê geşedanan bişopînin û heta dawî têkoşînaxwe ya hiqûqî berdewam bikin. Hikûmet bi van pêkanînan îtîbara welat a li hemberî cîhanê kêm dike. Divê her kes li diji vê yekê têbikoş e.