AMED – Xizmên girtiyan ku li Baroya Amedê ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê ya 3 rojan ketibûn greva birçîbûnê bi daxuyaniya çapemeniyê dawî kirin.
Xizmên girtiyan ku ji dayikan pêk dihat bi armanca pîştevanîya çalakiyên greva birçîbûna yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lî avahîya Baroya Amedê jî bo 3 rojan dest bî greva birçîbûnê kiribûn. Dayikan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dayîna daxuyaniya çapemeniyê bi dawî kirin.
‘EM Ê NEBIN TEMAŞEVANÊN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ’
Daxuyanî bi beşdariya parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP’ê yên Amedê pêk hat. Li ser navê dayikan Nafiye Yigît axivî û wiha got: “Ji bo rawestandina şer û tecrîd bê rakirin me greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Çalakiya Leyla Guven, girtîgehan, Ewrûpa û Başûr berdewam dike. Em bang dikin bila şer rawestînin. Bila her kesê dibêje ez mirovim guhd bide me. Em bang li hikumet û dewletê û bi taybetî li Serokkomar Erdogan dikim. Rewşa zarokên me giran e. Nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Em ê wek dayikan çalakiyên xwe berdewam bikin. Em ê nebin temaşevanên grevên birçîbûnê. Dibe ku ew kor, kerr û lal bin lê em ê xwe wisa nekin. Em dibêjin ‘Êdî bes e.’ Bila destê aştiyê dirêj bikin. Bila ji hepsan darbest dernekevin. Cenazeyê 8 zarokên me hatin. Bila êdî şehadetên bi vî rengî pêk neyên.”
Piştî Yigît, Alîkara Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman jî axivî û got tişta bikeve ser milê wan dê pêk bînin.
Piştî axaftinan xizmên girtiyan bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” û “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin û dawî li çalakiya xwe anîn.