QAMIŞLO - Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, diyar kir ku divê hemû hêzên navneteweyî beşdarî darizandina DAIŞ'iyên ku li Dadgeha Rojhilat û Bakurê Sûriye pêk bê bibin. Xelîl, anî ziman ku DAIŞ'ê li dijî hemû mirovahiyê sûc kiriye û wiha got: "Bi taybetî divê Neteweyên Yekbûyî tev li vê danişînê bibe. Divê hemû hiquqnas û saziyên navneteweyî tev li vê danişînê bibin."
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, (QSD) di operasyona beriya Newrozê de DAIŞ li Gundê Baxozê yê Herêma Hecîn a Dêra Zorê têk bir. Têkbirina DAIŞ'ê di 21'ê Adarê de bi cîhanê re parve kir. Di operasyonê de 11 hezar endamên DAIŞ'ê esîr girtin. Niha niqaşên têkildarî darizandina 11 hezar endamên DAIŞ'ê didomin. Têkildarî darizandina endamên DAIŞ'ê Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl nirxandin kir. Xelîl, anî ziman ku darizandina endamên DAIŞ'ê wê li ser statuya herêmê bandorê çêke."
DAIŞ'Ê LI CÎHANÊ SÛCÊ MIROVAHIYÊ KIR
Xelîl, anî ziman ku DAÎŞ’ê li dijî cîhanê sûcê mirovahiyê kiriye û wiha got: "Hemû cîhan bandora wê dizanin. Li Cîhan, Rojhilata Navîn û Sûriye sûcê mirovahiyê kir. “QSD, Nûnerên Şoreşa Rojava û Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye li dijî DAIŞ'ê şerekî pir mezin meşand. Têkoşînek bê hempa meşand. Tu kesî xwe li pêş DAIŞ'ê ranegirt. Her kes teslîmî DAIŞ'ê bû. Tenê hêzên QSD'ê û pêkhateyên wê xwe li pêş DAIŞ'ê ragirt. Gelê me û QSD'ê li dijî DAIŞ'ê şer kir û DAIŞ têk bir. Ji Kobanê dest pê kir û li Baxozê DAIŞ bi dawî kir. Hêza DAIŞ'ê ya eskerî li Baxozê têk bir û tine kir."
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ'Ê WÊ BIDOME
Xelîl, da zanîn ku têkoşîna wan a li dijî DAIŞ'ê û feraseta wê bidome û wiha lê zêde kir: "Têkoşîna me ya li dijî hişmendiya DAŞ'ê wê bidome. Di milê hişmendî, civakî û derûnî de emê li dijî wan têbikoşin. Wê têkoşînek demdirêj bidome. Divê hemû mirovên cihanê li dijî sûcê ku DAİŞ'ê kiriye bertekên xwe bînin ziman û helwesta xwe nîşan bidin. Divê DAIŞ'ê hatine girtin bên darizandin û cezakirin. Divê sûcê kirine yek bi yek bên ronîkirin û cezayê wan bên dayîn. Divê di milê wîcdanî, huquqî û sincî de bersîv bê dayîn. Divê dadgeh li gorî vê yekê bê avakirin. Divê edalet cihê xwe bibîne. Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) û hemû hêzên navneteweyî tev li danişinê bibin. Divê DAIŞ'ê hatine girtin li dadgeha herêmê bên darizandin. DAIŞ'iyên ku me girtine kes wan li welatê xwe naxwaze. Divê em çareyekê ji vê yekê re bibînin. Heta niha em çawa li dijî wan têkoşiyan. Ji bo darizandinawan jî emê wisa têbikoşin. Divê çawa bên darizandin? Divê ne tenêku Bakur û Rojhilatê Sûriye wan darizîne. Dive hemû hêzên navneteweyî tev li vê darizandinê bibe. Pergala me ya edaletê heye. Em dikarin darizinîn. Lê ji ber ku DAIŞ dijminê cîhanê ye, divê hemû hêzên navneteweyî tev li darizandinê bibin. Divê dadgeha bê avakirin jî navneteweyî be. Li dijî hemû cîhanê sûc kiriye divê hemû sazî û rêxistinên cîhanê mudaxîlî vê darizandinê bibin. Bi taybetî divê Neteweyên Yekbûyî beşdar bibin. Divê hequqnasên Tirkiye û saziyên sivîl ên Tirkiye jî cihê xwe di vê darizandinê de bigirin"
Xelîl, herî dawî anî ziman ku bi qasî têkoşîna leşkerî ya li dijî DAIŞ’ê divê tekoşîna hiqûqî jî wisa bi bandor be û wiha bi dawî kir: "Ev tekşîn û şerê edaletê ye. Divê her kes erka xwe pêk bîne. Ger ku em vê têkoşînê bi hevre bimeşînin emê encamê gelek girîng û serkeftî bi dest bixin. Gek ku em dadgeha Navneteweyî ava bikin û DAİŞ'iyan darizînin, wê demê rêveberiya vir wê bibe xwedî satu. Di vê dadgehê de tenê sûcê endamên DAİŞ’ê wê ronî nebe. Di heman demê de wê sûcê hêzên li pişt DAIŞ'ê jî aşkere bibe."
MA / Nazım Daştan