WAN – Li Wanê ji bo piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê duh komek welatî ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribûn û çalakiya wan di roja duyemîn de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bi hezaran girtî û gellek kesên li derve yên li dijî tecrîdkirian Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike. Ji bo piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê duh li Wanê greva birçîbûnê ya 3 rojan hatibû destpêkirin. Çalakiya li Wanê di roja duyemîn de didome. Çalakiya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê duh bi 7 kesan dest pê kiribû êvarê 2 kesên din jî tev li bibûn û hejmar derket 9 kesan. Gellek kes diçin ziyareta çalakgeran.