Buldan: Pêdiviya Tirkiye bi Ocalan û muzakereyan heye

  • rojane
  • 21:20 12 Mijdar 2017
  • |
img

STENBOL - Parlamentera HDP'ê Pervin Buldan, di çalakiya greva birçîbûnê ya li Stenbolê de axivî û diyar kir ku pêdiviya Tirkiye bi azadiya Ocalan û muzakereyan heye û wiha got: "Em tev li vî welati dîl hatine girtin. Heta ku tecrîd ranebe tu krîz û şer bi dawî nabe." 

Çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Platforma Rêxistinên Demokratîk de ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya Ocalan bixwazin li Stenbolê hatibûn destpêkirin berdewam dike. Li navçeyen Esenler, Kuçukçekmece û Sancaktepe ku çalakiyên greva birçîbûnê hatibûn destpêkirin civîn û panel hatin lidarxistin. Li avahiya HDP'ê ya Esenlerê di çalakiya greva birçîbûnê de panela “Dê tecrîd winda bike azadî dê bi ser bikeve" pêk anîn. Di panelê de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir panel bi rêve bir. Parlamentera HDP'ê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervin Buldan û parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Prz. Ebru Gunay tev li panelê bûn. Li salona panelê pankartên "Ji bo jiyanek wekhev, azad û hevpar ji Ocalan re azadî", "Tecrîd dê winda bike, azadî dê bi ser bikeve" û "Bi berxwedana jinê dê azadî bi ser bikeve" vekirin. Di panelê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Jin, jiyan, azadî" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin. 
 
ŞER TECRÎDÊ Û TECRÎD ŞER KÛR DIKE
 
Parêzera Ocalan Ebru Gunay, bal kişand ser tecrîd û şer  û wiha got: "Ocalan ji bo şerê li Tirkiye bi dawî bibe kesekî gelek muhîm e. Her ku tecrîd kur dibe şer jî giran dibe. Her ku şer giran dibe tecrid jî giran dibe. Şerê li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û bajarên din pêş ketin ji tecrîdê ne serbixwe ne. Şer tecrîdê, tecrîd jî şer kûr dike. Divê berî her tiştî şert û mercên ewlehî, tenduristî bê baş kirin. Divê em hemû bi hevre tecrîdê perçe bikin. Em parêzer milê hiqûqî dimeşînin, lê barê giran li ser milê gel e." 
 
‘PÊDIVIYA VÎ WELATÎ Bİ AZADIYA OCALAN HEYE'
 
Parlamentera HDP'ê Pervin Buldan jî di panelê de axivî û wiha got: "Pêdiviya Tirkiye bi azadiya Ocalan û muzakereyan heye. Em tev li vî welati dîl hatine girtin. Heta ku tecrîd ranebe tu krîz û şer bi dawî nabe. Niha hemû têkiliya Ocalan bi cîhanê re hatiye qutkirin. Em qet nizanin rewşa Birêz Ocalan çiye. Em ketine pêvajoyek nû ku qet em agahiyê jê nagirin. Li girtîgehan şert û merc çine, 2-3 qatê wan li Îmraliyê pêk tên. Heta ku em bi çavê we rewşa Ocalan nebînin em ji devê wan bawer nakin. Divê berî her tiştî em bi Ocalan re hevdîtin biki. Ji ber ku pêdiviya Tirkiye bi Ocalan û muzakereyan heye. Ocalan ne dikare bi parezerên xwe û ne jî dikare bi malbata xwe re hevditin bike. Herî dawî piştî birayê wî Mehmet Ocalan hevdîtin kir carek din me agahî jê negirt. Di medya civakî de nûçeyên ku fikarên me zêde dikin hene. Ocalan temînata aştî û demokrasiya vî welatî ye. Di her dema krîtîk de çareseriya herî rast pêş xistiye. Heta tecrîd bi dawî nebe tirkiye ji krîz û aloziyê xelas nabe. Ji şer xelas nabe. Em dixwazin demek berî demekê tecrid bi dawî bibe û Ocalan bigêje azadiya xwe. Ji bo vê yekê jî divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî çalakger silav kirin û diyar kir ku ev çalakiyek pîroz e û wiha got: "Ev çalakî ji bo azadiya Birêz Ocalan e. Demek dirêj e em ji Birêz Ocalan agahî nastînin. Em dixwazin demek beri demekê agahî bistînin. Birêz Ocalan temînata aştiya vî welatî ye. 
 
Li Rêxistina HDP'ê ya Sancaktepe jî di heman demê de civina gel hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek  tev li civinê bûn û li ser wateya tecrîdê axivîn. Piştî civînê xwestin li ber avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk bînin. Lê polîsan destûr neda. 
 
Li navçeya Kuçukçekmece jî bi heman naverokê civîn hat lidarxistdin.  
 
 

Sernavên din

14/11/2017
14:45 Bîlgen: Hesabê maşîneyên Şaredariya Konya ya li Reqqa bidin gel
14:31 Îro jî li Kolana Yukselê 4 kes hatin binçavkirin
14:04 Doza hekîmên Geziyê betal bû
13:15 Binçavkirina xwendekaran hefteyek din dirêjkirin
13:09 Bîlançoya erdhejê her ku diçe giran dibe
13:02 Hewlêr referandûm bi fermî betal kir
12:33 Ji bo xatirê alîkarê wezaretê lewheya kurdî rakirin
12:26 SÎHA berdan mih bi koordînê vê girêdan!
11:57 Li Kadikoyê kesek di otomobîlê de mirî hat dîtin
11:56 Bi hinceta 'bê rayeyiyê' du dozên Yuksekdag şandin Enqereyê
11:28 Li AYM’ê qilqaliya DMME’ê: Biryar hemû wekîlên girtî eleqedar dike
11:19 Jin di lendê de hev dibînin: Em ê ji şideta mêr re serî netewînin
11:08 Parêzerên Ocalan cara 704'emîn serlêdan kirin
11:05 Dêra Ermenî terkî qedera wê hat kirin
10:57 Ehmed: Gav bi gav modela me bandora xwe li ser tevahiya Sûriye dike
10:37 5 navendên leşkerî yên Îranê ku 70 hezar çekdaran pêk tê li Sûri ne
10:27 Boblîsok li Antalyayê rabû
10:25 Kesên li dijî jin û zarokan sûc dikirin avêtine vê zindanê
10:03 Bi çekê êrîşê avahiya HDP'ê kirin
10:01 Li Rojava Rojên Sînemayê
09:38 Mislimanên Antîkapîtalîst: Erdogan kurdan terorîst dibîne
09:37 Bi bavê xwe re dest pê kir, niha tevî keça xwe dewam dike
09:36 Ji ber êrîşan dev ji dibistanê berda
09:35 Hîn jî li Dîlokê komeleyên DAIŞ'ê çalak in
09:34 ‘Rêwîtiyeke ji Enqereyê ber bi Îmraliyê ve dê pirsgirêkan çareser bike'
09:33 Bi ajotina duçerxeyan nîşan didin ku ew perçeyeke ji ekolojiyê ne
09:32 Rîtma xwezayê, ruhê zarokan û bandora kujende ya qeyûman
09:29 Di pêşangehê de eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên teoriya peresan hebû
09:16 Qeyûm pereyê amediyan beradayî xerc dike
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2017'AN
13/11/2017
18:49 Selçuk Kozagaçli hat girtin
16:59 Hêjmara mirî û ziyana erdheja Kirmaşanê zêde dibe
15:57 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Îzmirê dê bi cureyên din bidome
15:38 HDP: Piştevanî êşan sivik dike
15:31 Di 2 salan de li 92 endamên ÎHD’ê 100 lêpirsîn hat vekirin
15:16 Di erdhejê de zêdeyî 300 kes mirin
14:59 Li Bêgirê bi dehan kes hatin binçavkirin
14:44 Girtiyê nexweş Babaoglu emeleyat bû
14:43 Ji Heyva Sor a Kurdistan banga hawarê
14:37 Li Yukselê 3 kes hatin binçavkirin
14:37 Nexweşxaneya Acibademê xebatkar Ilgar ji kar dûr xistin
14:27 Operasyona li Bestayê dewam dike
13:53 YPG’ê malbatên DAIŞ’iyên Rûs radestî Rûsyayê kir
13:47 Erdogan li dijî qebûlkirina kurdan diçe Rûsya
12:45 Bertekên li dijî midura got 'Berdin bila bisekitin' zêde dibin
12:34 Ji KCD, DBP û TJA daxuyaniyên erdhejê: Roj roja piştevaniyê ye
12:33 Rûniştina doza komkujiya li Pirsûsê dest pê kir
12:17 Xwendekar di hedefa polîs, rektor û nijadperestan de ne
12:10 Qeyûmê li Colemêrgê rê kolan û wisa hişt
12:05 Nivîskar Duman ê girtî 3 roj şûnde rakirin nexweşxanê
11:52 Zarokên gelan Amûdê ji tarîtiyê diparêzin
11:04 Li Enqerê operasyona medyaya civakî
10:48 DBP'ê banga piştevaniyê kir
10:30 Waliyê Kirmaşanê 3 roj şîn îlan kir
10:30 Li dijî qedexeya pirtûkan kampanyaya nameyan
10:27 Bi tembûra lîstokê heya êvarî stran Kobanê distrê
09:56 Helepçe dîsa hejiya
09:27 Dîmenê kuştina 5 sivîlên li Lîcê bi ku de çû?
09:26 Dayika 12 zarokan Bor: Karibim ez dê 12 zarokên din çêkim
09:25 Dozger hewce bi lêpirsîna kuştina zarokên Cizîrê nedît
09:24 Tanrikulu MST TV vegot: Her zilm zêde bibe xerabtir dibe
09:24 Rewşa nexweşê epîlepsî giran dibe û nayê berdan
09:23 'Jiyana jinan ne dibin yekdestdariya we deye'
09:22 Ji Fabrîqeya Şanoyê 2 lîstikên nû
09:19 MUÇEP: Divê enerjî ne şer aştiyê bafirîne
09:18 Koptaş: Di xeta AKP'ê de çand û huner pêş nakeve
09:17 Ne hilberîna zêde hilberîna rast temen dirêj e
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2017'AN
07:59 Li Kirmanşahê 164 kesan jiyana xwe ji dest dan
12/11/2017
22:43 6 kesan li Kirmanşanê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan
21:53 Silêmaniyê 7.3 pêl hejiya
21:20 Buldan: Pêdiviya Tirkiye bi Ocalan û muzakereyan heye
20:11 Polîs li Geverê çi dikolin
18:36 Parlamenterê HDP'ê Baydemir berdan
17:15 Wekîlê HDP'ê Ayhan: Tekane rojeva me rakirina tecrîdê ye
16:56 Kesekî du zarokên xwe qetil kir û întixar kir
16:41 Cerebeyên Rojava vegot: Şoreşek mezin pêk hat
15:53 Encama xelatên çîrokên Şerzan Kurt aşkere kirin
15:47 Çalakiya grevê koma nû dewr girt
14:31 Di roja dawî de eleqeya ji bo TUYAP'ê zêde bû
14:14 Jinên Amedî li dijî talankirina xwezayê pedal zivirandin
14:08 Li Kolana Yukselê êrîş: 7 kes hatin binçavkirin
14:04 Gelek kes li Bismil hatin binçavkirin
13:49 Greva birçîbûnê ya Wanê bi dawî bû
13:42 Qedexe 4 taxên Mêrdînê rabû
13:34 Qeyûmê Mêrdînê ‘Rêveberiyên cewherî’ rakir
13:20 Gerîlayê Fîlîpînê Danîlo Borjan: Desthilatdarî nade, em distînin
12:14 Endamê HDP'ê bi hevjîna xwe re hat binçavkirin
12:03 Bîlgen: Tecrîd, dijderketina li dijî pêşketinên Rojhilata Navîn e
11:40 Xebatkara Rojnameya Welat hat binçavkirin
11:25 Li her buhusta axa Koço şopên fermanê tê dîtin
10:35 Piştî hezazê buhayê komirê zêde bû
10:08 Trênê li mînîbûsê da: 2 kes mirin 2 kes birîndar bû
10:04 Heta 15 salan ji xebatkarên Azadiya Welat ceza tê xwestin
09:57 Zarokê 4 salî yê ket çalika şaredariyî vekirî, mir!
09:53 Qeyûmê Mêrdînê 'Xwerêveberiyên cewherî' parast
09:52 Polîsan got ‘hûn hemû ermenî ne’, nehiştin cenaze bê şûştin
09:49 TJA: Li hemberî hebûna jinê qirkirinek heye
09:27 ‘Me klasîkên rûsan dixwendin, Ocalan jî dîroka mirovahiyê dixwend’
09:26 Qedexeyê mala wan xera kir û nikare derman bibe