Buldan: Pêdiviya Tirkiye bi Ocalan û muzakereyan heye 2017-11-12 21:20:04 STENBOL - Parlamentera HDP'ê Pervin Buldan, di çalakiya greva birçîbûnê ya li Stenbolê de axivî û diyar kir ku pêdiviya Tirkiye bi azadiya Ocalan û muzakereyan heye û wiha got: "Em tev li vî welati dîl hatine girtin. Heta ku tecrîd ranebe tu krîz û şer bi dawî nabe."  Çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Platforma Rêxistinên Demokratîk de ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya Ocalan bixwazin li Stenbolê hatibûn destpêkirin berdewam dike. Li navçeyen Esenler, Kuçukçekmece û Sancaktepe ku çalakiyên greva birçîbûnê hatibûn destpêkirin civîn û panel hatin lidarxistin. Li avahiya HDP'ê ya Esenlerê di çalakiya greva birçîbûnê de panela “Dê tecrîd winda bike azadî dê bi ser bikeve" pêk anîn. Di panelê de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir panel bi rêve bir. Parlamentera HDP'ê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervin Buldan û parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Prz. Ebru Gunay tev li panelê bûn. Li salona panelê pankartên "Ji bo jiyanek wekhev, azad û hevpar ji Ocalan re azadî", "Tecrîd dê winda bike, azadî dê bi ser bikeve" û "Bi berxwedana jinê dê azadî bi ser bikeve" vekirin. Di panelê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Jin, jiyan, azadî" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin.    ŞER TECRÎDÊ Û TECRÎD ŞER KÛR DIKE   Parêzera Ocalan Ebru Gunay, bal kişand ser tecrîd û şer  û wiha got: "Ocalan ji bo şerê li Tirkiye bi dawî bibe kesekî gelek muhîm e. Her ku tecrîd kur dibe şer jî giran dibe. Her ku şer giran dibe tecrid jî giran dibe. Şerê li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û bajarên din pêş ketin ji tecrîdê ne serbixwe ne. Şer tecrîdê, tecrîd jî şer kûr dike. Divê berî her tiştî şert û mercên ewlehî, tenduristî bê baş kirin. Divê em hemû bi hevre tecrîdê perçe bikin. Em parêzer milê hiqûqî dimeşînin, lê barê giran li ser milê gel e."    ‘PÊDIVIYA VÎ WELATÎ Bİ AZADIYA OCALAN HEYE'   Parlamentera HDP'ê Pervin Buldan jî di panelê de axivî û wiha got: "Pêdiviya Tirkiye bi azadiya Ocalan û muzakereyan heye. Em tev li vî welati dîl hatine girtin. Heta ku tecrîd ranebe tu krîz û şer bi dawî nabe. Niha hemû têkiliya Ocalan bi cîhanê re hatiye qutkirin. Em qet nizanin rewşa Birêz Ocalan çiye. Em ketine pêvajoyek nû ku qet em agahiyê jê nagirin. Li girtîgehan şert û merc çine, 2-3 qatê wan li Îmraliyê pêk tên. Heta ku em bi çavê we rewşa Ocalan nebînin em ji devê wan bawer nakin. Divê berî her tiştî em bi Ocalan re hevdîtin biki. Ji ber ku pêdiviya Tirkiye bi Ocalan û muzakereyan heye. Ocalan ne dikare bi parezerên xwe û ne jî dikare bi malbata xwe re hevditin bike. Herî dawî piştî birayê wî Mehmet Ocalan hevdîtin kir carek din me agahî jê negirt. Di medya civakî de nûçeyên ku fikarên me zêde dikin hene. Ocalan temînata aştî û demokrasiya vî welatî ye. Di her dema krîtîk de çareseriya herî rast pêş xistiye. Heta tecrîd bi dawî nebe tirkiye ji krîz û aloziyê xelas nabe. Ji şer xelas nabe. Em dixwazin demek berî demekê tecrid bi dawî bibe û Ocalan bigêje azadiya xwe. Ji bo vê yekê jî divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî çalakger silav kirin û diyar kir ku ev çalakiyek pîroz e û wiha got: "Ev çalakî ji bo azadiya Birêz Ocalan e. Demek dirêj e em ji Birêz Ocalan agahî nastînin. Em dixwazin demek beri demekê agahî bistînin. Birêz Ocalan temînata aştiya vî welatî ye.    Li Rêxistina HDP'ê ya Sancaktepe jî di heman demê de civina gel hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek  tev li civinê bûn û li ser wateya tecrîdê axivîn. Piştî civînê xwestin li ber avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk bînin. Lê polîsan destûr neda.    Li navçeya Kuçukçekmece jî bi heman naverokê civîn hat lidarxistdin.