AMED - Hevşaredara Rezan a Amedê Zubeyde Zumrut, diyar kir ku biryara YSK'ê ya têkildarî KHK'ê wê di nava civakê de şikandinek mezin çêke û wiha got: "Ev biryar encama pergala tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e."
Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK), biryar da ku Namzetên HDP'ê yên bi KHK'ê hatine dûrxistin û piştî bûn şaredar mazbata nedin wan. YSK'ê dîsa biryarek din da ku endamên meclîsa şaredariyê û meclîsa bajar ên ku mexdûrên KHK'ê ne mazbata nedin wan jî. Li ser vê biryarê YSK'ê mazbata neda Hevşaredarê HDP'ê yê Navçeya Rezan Zeyyat Ceylan ku ji sedî 71 deng stendiye. YSK wêli şûna Zeyyad Ceylan masbata bide namzetê AKP'ê ku ji sedî 25 deng stendiye Huseyîn Beyoglu. Hevşaredara Navçeya Rezan a Amedê Zubeyde Zumrut, bertek nîşanî biryarê da û wiha got: "Ev biryar encama pergala tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Beriya hilbijartinê Ajansa Anadolu ez jî di navde gelek namzetênk HDP'ê kirin hedef. Bi salan e ez bi nasnameya jinê siyasetê dikim. Em kirin hedef û kampanya hilbijartinê meşandin. Biryara YSK'ê encama vê polîtîkayê ye. Berdewama polîtîkayên Qeyûm ên tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin e. AKP'ê der barê şaredariyên HDP’ê de biryar dabûn û van biryaran gav bi gav pêk tînin. Gelê Kurd yekem car rastî vê pêkanîna AKP'ê ya xistina şaredariyê nayê. AKP'ê bi helwesta xwe êdî meşrûtiyeta YSK'ê jî kir mijara niqaşê. YSK kir hedef. YSK'ê bi vê biryarê civakê perçe dike û tîne hemberî hev. Îktidarê vîna g el xesp kiriye û bi van polîtikayan vina YSK'ê jî nas nake."
Zumrut, da zanîn ku her çend YSK vê biryarê bide jî gel vê biryarê nasnake û wiha bi dawî kir: "Baweriya civakê ya li hemberî edaletê şikest. Ji bo gel baweriya xwe bi edaletê bîne divê YSK bi lez biryara xwe rast bike. Ev biryara YSK'ê berdewama pergala tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Tecrid tenê li Îmraliyê nîne. Tecrid li ser hemû beşên civakê heye. Nedayîna mazbata ya şaredaran encama vê polîtikaya tecridê ye. Ji ber vê yekê em dixwazin dewlet hiqûqa xwe pêk bîne. AKP'ê tîk ku polîtikaya wê ya qeyûm encam nastîne vê carê dest bi vê planê kir. Gel mazbata me daye me. Rezan ya gel e. Em ê bibin layikî vê mazbata gel."
MA / Mehmet Şah Oruç - Ozgur Paksoy