ENQERE - Akademîsyen Ceng Yîgîter, diyar kir ku YSK ji bo şaredariyan ji destê HDP'ê bigire biryar da ku şaredarên bi KHK'ê hatine dûrxistin mazbata nedin wan. Yîgîter, anî ziman ku ev biryar li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Armanca vê biryarê ewe ku şaredariyên HDP’ê qezenç kirine dewrî AKP’ê bike ye."
Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK), biryar da ku Namzetên HDP'ê yên bi KHK'ê hatine dûrxistin û piştî bûn şaredar mazbata nedin wan. YSK'ê duh biryarek din da ku endamên meclîsa şaredariyê ku mexdûrên KHK'ê ne mazbata nedin wan jî. Têkildarî biryarê Akademîsyen ê ji Fakulteya Hiquqê ya Zanîngeha Enqere îxrac bû Cenk Yigîter nirxand.
KABOGLU BI KHK'Ê HAT DÛRXISTIN Û NIHA WEKÎL E
Yigiter, anî ziman ku biryara YSK'ê li dijî hiqûqê ye û wiha got: Niha YSK bi vê biyarê dixwaze şaredariyên ku HDP'ê qezenç kiriye dewrî AKP’ê bike. AKP di vê hilbijartinê de têk çû. Niha dîsa vîna gel xezp dike. Di hilbijartina 24'e Hezîranê de namzetê CHP’ê Îbrahim Kaboglu bû wekîl. Kaboglu jî bi KHK’ê hatibû îxrackirin. YSK'ê biryar da ku Kaboglu bibe namzet û bibe wekîl. Lê niha dijberî vê biryarê biryarek din dide. Bi vê yekê dixwaze şaredariyên ku HDP lê qezenç kir ji destê HDP'ê bigere û dewrî AKP'ê bike. Dîka îhtîmala ku Kaboglu bibe serokê Meclîsa Tirkiye jî heye. Ger ku ji bo Serokatiya Meclisa Tirkiye hilbijartinek nû çê bibe û Îbrahim Kaboglu bibe namzet dibe ku bibe Serokê Meclîsê jî. Ev pir girîng e. Bifikirin Îbrahim Kaboglu ku mexdûrê KHK'ê ye dikare bibe Serokê Melîsa Tirkiye, lê nikare bibe şaredar. Ew qas nakokî nabe. Ev jî nîşan dide ku dixwazin şaredariyan xezp bikin. Armanc dikin ku hemû şaredariyan ji destê HDP’ê bigirin. Ev tev lîstik in.
Bifikirin kesekî cînayet kiribe, piştî cezayê wî bi dawî bû 3 sal şûnde dikare bibe wekîl. Lê kesekî-a mexdûrê KHK’ê nikare vî mafê xwe bi dest bixe. Ev di heman demê de xezp kirina mafê hilbijartin û bijartinê ye. Li gorî dewletê kesekî bi KHK'ê hatibe dûrxistin şikdar e. Ev garabet e.
MA / Diren Yurtsever