AMED – Hayriye Demîr a ji bo kurê xwe yê di greva birçîbûnê de li gel dayiikên din li Baroya Amedê ket çalakiya greva birçîbûnê got: “Vê êşê li dil û kezeba me daye. Ji bo zarokên me çi ji destê me were em ê bikin.”
Malbat ango dayikên girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo sê rojan li avahiya Baroya Amedê çalakiya greva birçîbûnê li dar xistin. Çalakiya dayikan îro bi dawî dibe. Dayika Abdullah û Dînar Demîr ên ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne Hayriye Demîr jî di vê çalakiya li Baroyê de cihê xwe girt.
‘EM Ê LI PEY DAXWAZA WAN BIN’
Dayik Demîr anî ziman ku kurê wê mezin Abdullah 25 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Elbîstanê tê ragirtin û kurê wê din Dînar jî ev 3 sal in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin. Dayik Demîr diyar kir çalakiya greva birçîbûnê ya zarokên wê mafdar e û heta ew saxbin wê li pey daxwaz û têkoşîna zarokên xwe bin.
‘REWŞA WAN NEBAŞ E’
Dayik Demîr got ev demek dirêje kurê xwe Abdullah ê li Elbîstanê nedîtiye û lê du roj berê çûye hevdîtina kurê xwe dinê Dînar. Demîr da zanîn ku kurê wê Dînar gellek zeîf bûye û rewşa kurê wê û girtiyên din baş xuya nake.
‘KEZEBA ME DIŞEWITE ÊDÎ BES E’
Dayik Demîr bi gotinên “Em dayik in û kezeba me dişewite û em nikarin rakevin” fîxan kir û wiha got: “Êdî vê êşê li dil û kezeba me daye. Em ji bo zarokên xwe dikarin bedena xwe jî bidin ber agir. Kezeba me dişewite êdî bes e… Zarokên me mafdar in. Em ê jî ji bo wan heta dawiyê têkoşîna maf û hiqûqê bidin. Em ê mafên wan biparêz in. Ez bang li hemû dayikên cîhanê dikim. Êdî şiyar bibin. Îro dora me ye sibê dora wan e. Ji destê kî çi tê bila bikin. Da ku tecrîd rabe û grevên birçîbûnê bi dawî bibin. Heyf û guneh e. Ew jî can in.”
MA / Aydin Atay