NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca û Nûnerê HDP'ê yê Konseya Ewrûpa Fayik Yagizay wek heyetekê bi boneya tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê li Strasbourgê bi rayedarên CPT re hevdîtin pêk anîn .
Heyeta HDP’ê ku ji Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca û Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewrûpa Fayik Yagizay pêk hat bi boneya balê bikişînin ser tecrîdkirian Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li bajarê Strasbourgê ya Fransayê bi rayedarên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) a girêdayî Konseya Ewrûpayê (KE) hevdîtin pêk anîn.
‘ME DAXWAZÊ JI WAN RE ANÎ ZIMAN’
Piştî hevdîtinê Fayik Yagiz agahî da û got: “Me rexneyên gelê kurd ên ji bo CPT’iyê ji wan re ragihand û ji bo wezîfeya xwe bikin bang kir. Me daxwaza bi hezaran çalakgerên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kir ji rayedarên CPT re vegot. Me ji wan re anî ziman ku daxwaza gelê kurd a mirovî dikeve qada CPT ye. Ji ber vê yekê jî me got divê gavek berê gavekî CPT bikeve tevgerê.”
RAYEDARÊN CPT REXNEYAN ‘NEHEQ’ DÎTIN
Yagizay da zanîn ku rayedarên CPT’iyê rexneyên li wan hatine kirin “neheq” dîtine û got: “Ji me re gotin ‘em li dijî qada binpêkirina maf û azadiyê ya li Tirkiyeyê, dixwazin çareserî li pêş bikeve û bê hilberandin.’ Gotin ku ew her tim bi rayedarên dewleta Tirkiyeyê re di nava peywendiyê de ne.”