ENQERE – Dayika Suleyha Taş a 108 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye Nezahat Taş got: “Ji bo tecrîd bi dawî bibe, divê her kes deng derxe. Lazim e dewlet jî vî dengî bibîhîze û tecrîdê bi dawî bike.”
Suleyha Taş a 2 sal in girtî ye, 108 roj in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Doza Taş berdewam dike. Piştî li Girtîgeha Amedê 3 meha ma wê sewqî Enqereyê kirin. Taş li Navçeya Geverê ya Colemêrgê hatiye dinyayê û piştî malbata wê koçî Enqereyê dike li Enqereyê xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li vir temam dike û beşa îktîsadê jî li Zanîngeha Afyonê qedand.
‘EZ QURBANA DENGÊ TE ME’
Dayika Taş, Nezahat Taş diyar kir ku keça wê Suleyha keseka bir dev li ken e û her tim ji yên derdora xwe re dibe moral û got: “Çiqas stres, tengezariyê kes hebin dema Suleyha bibîne wê hemûyan ji bîra bike. Dengê wê pirr xweş e. Ez qurbana dengê te me.”
‘MORALÊ WÊ BAŞ E, LÊ REWŞA WÊ NEBAŞ E’
Taş anî ziman ku her hefteyê diçe hevdîtinê keça xwe û wiha got: “Moralê Suleyha baş e. Her tim ji me re dibêje ku baş e. Lê însanek 108 roj di greva birçîbûnê de be wê çawa baş bibe? Nêzî 11 kîloyan zeîf bûye. Hêdî hêdî çavê wê êdî nabînin. Nikare pirtûk bixwîne. Bi zehmetî dimeşe. Rewşa wê ne baş e. Ji me re dibêje ku B-12, şekir û karbonatê birêkûpêk didine wan û bijîşk kontrola wan dikin.”
‘PARLEMENTERÊN LI MECLÎSÊ BILA TIŞTEKÎ BIKIN’
Taş destnîşan kir ku li ser tevahiya civakê tecrîd pêk tê û got: “Ji ber ku em azadî û zimanê xwe dixwazin bi salane em êşê dikişînin. Êdî bes e bila ev êş biqede. Tenê daxwaza me ev e. Bila gel dengê me bibîhîze. Bila parlamenter li Meclîsê tiştekî bikin. Beriya ku cenazeyên zarokên me derkevin bila tecrîd rabe. Bila her kes xwe bixe bin vî barî. Hemû çalakger bi biryar in. Dema tecrîd rabe wê girtî dawî li greva birçîbûnê bînin. Em daxwaza wan destek dikin. Divê gavek berê gavekê tecrîd rabe û em dixwazin grevên birçîbûnê bi dawî bibin. Lazim e gel rabe ser piya. Bila dengê xwe bilind bikin. Bila bi lezgînî çareserî bê li pêş xistin. Tiştek ji çalakgeran bibe bepirsiyarî ya dewletê ye. Bila dewlet qîrîn û dengê dayikan êdî bibîhîze. Dilê wan tune ye gelo?”