AMED - Li Navçeya Peyasa Amedê polîsan bi ser malê de girt û ciwanê bi navê Cotkar Amara Yurek binçav kir.
Li Taxa Peyasê ya Navçeya Peyasa Amedê polîsan serê sibê zû bi ser malbata Yurek de girt. Polîsan deriyê malê şikand û ketin hundir. Di serdegirtinê de polîsan ferdê malbatê Cotkar Amara Yurek derb kir. Polîsan piştî lêgerîn li malê pêk anî Yurek binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn.
Kêliya ku Yurek binçavkirin û polîsan ew birin dayika wî li pey kurê xwe çû û wiha bertek nîşanî polîsan da û dirûşmên "Bijî berxwedana zîndanan" û "Bijî aştî" berz kir. Dayikê bi qîrîna "Hewar e, hewar e, hewar e" bang kir.