AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz bertek nîşanî biryara YSK'ê da û diyar kir ku biryara YSK'ê berdewamiya polîtîkaya qeyûman e û got: "Ji duh ve YSK îtibara xwe ya serbixwebûn û bêalîbûnê winda kiriye."
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), daxuyand ku ew ê mazbatayên nedin kesên bi KHK'yan hatine îxrackirin. Yek ji kesên ku dê YSK mazbatayê nedê jî Zeyyat Ceylan e ku li naveya Rezan a Amedê namzetê HDP'ê bû û bi bi rêjeyeke mezin hatibû hilbijartin. Lê belê ji ber bi KHK'ê ji mamostetiyê hatiye îxrackirin, YSK'ê daxuyand ku ew ê mazbatayê nedinê.
Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz bertek nîşanî vê biryara YSK'ê da û destnîşan kir ku YSK veguheriye saziya AKP'ê ya qeyûman tayîn dike. Aydenîz, anî ziman ku ev yek nîşan dide ku hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê didome û got: "Hemû kesên di qada demokratîk de siyasetê dikin bi hincetên cuda nehatin hesibandin û bi bêhiqûqîtiyê re rû bi rû man. Ev berdewama vê pêvajoyê ye."
'BÊHIQÛQÎTÎ YE'
Aydenîz, diyar kir ku ji bo destkeftiyên kurdan bê berterefkirin li dijî kurddan polîtîkaya dijminahiyê tê meşandin û bertek nîşanî biryara YSK'ê da. Aydenîz, bilêv kir berî YSK vê biryarê bide bingeha wê hatiye amadekirin û got: "YSK, bi vê biryarê nîşan da ku ew mileke pergala faşîst a AKP-MHP'ê ye. YSK, îmze daniye bin bêhiqûqîtiyê." Aydenîz, anî ziman ku YSK'ê hêla xwe ya bêalîbûnê winda kiriye û got: "Diviya YSK, xwedî li vîna gel derketana. Lê derneket."
'YSK, NE SERBIXWE YE'
Aydenîz, bi bîr xist ji 102 şaredariyên DBP'ê 96 jê qeyûm tayînî wan hatin kirin û got: "Wê çaxê qeyûm hatin tayînkirin. Ev biryara YSK'ê jî awayekî din ê tayînkirina qeyûman e. YSK, jî xizmeta vî tiştî dike. Ji duh ve YSK îtibara xwe ya serbixwebûn û bêalîbûnê winda kiriye."
Aydenîz, bilêv kir ku ji bo demokrasiya Tirkiyeyê HDP'ê di hilbijartinê de stratejiyeke pir baş daye meşandin û got: "Em ê dev ji vîna xwe bernedin. Divê YSK careke din vê biryara xwe di ber çavan re derbas bike. Eger YSK naxweze bibe berdewam polîtîkaya ku vîna gel xesp dike, divê dev ji vê biryara xwe berde."