ŞIRNAK – Rêya navnetewî ya di navbera Cizîr-Silopiyayê de ku mehek berê rûxiyabû hîn jî nehatiye avakirin. Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, xwest ku li ser vê rêyê qeza pêk neyên û mirov jiyana xwe ji dest nedin bi lez rê çêkin.
Mehek berê ji ber barana zêde rêya di navbera Cizîr û Silopiyayê de ku ber Herêma Kurdistana Federe ve diçe rûxiya. Lê belê hîn jî nehatiye çêkirin. her roj TIR û qamyonên bargiran di vê rêyê de diçin û tên, lê belê hîn jî şerîta hatiye rûxandin nehatiye çêkirin.
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, xwest rojek berî rojekê emxdûriyeta gel bê hel kirin. Kaçmaz, bilêv kir ku ji ber di dema çêkirina rê de malzeme kêm hatine bikaranîn rê rûxiyaye û got: "Her roj bi dehan wesayît di vê rêyê de diçin û tên. Tekerên wesayîtan diteqin. Qeza diqewimin. Lê hîn jî nehatiye çêkirin. Divê rojek berî rojekê ev rê bê çêkirin. Ji bo nebe sedema mirinan divê bê helkirin."