ŞIRNEX - Hevşaredarên HDP'î yên Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû, diyar kirin ku ji bo li şaredariyê lêkolîn bên kirin ew ê gazî mufetîşên Wezareta Karên Navxweyî bikin û gotin: "Tu dibê qey ne qeyûm, makîneya qirkirinê hatiye tayînkirin."
Hevşaredarên HDP'î yên Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû di 8'ê Nîsanê de mazbatayên xwe girtin. hevşaredaran deynên qeyûman û mal û milkên hatine dewirkirin bi raya giştî re parve kirin.
220 MILYON DEYN
Hevşaredaran bilêv kir ku wexta qeyûm hat tayînkirin 36 milyon TL di qaseya şaredariyê de hebûye, lê belê wexta wan şaredarî dewr girtiye 220 milyon û 793 hezar lîre deynê şaredariyê hebûye. Hevşaredaran, anî ziman ku di qaseyê de tenê 20 hezar lîre pere hatiye hiştin. Her wiha hevşaredaran anî ziman ku ji xeynî van deynan avahiya şaredariyê, 2 rê û Qada Cumhûriyetê jî di nav de herî kêm 12 neguhêzarên şaredariyê dewrî emniyet, midûriyeta perwredehiyê û hin saziyên din hatine kirin.
Hevşaredar Zirig, anî ziman ku lêkolînên wan dewam dikin û got: "Hema bêje şaredarî qirkirine, paqij kirine." Qey qet nefikirîne wê bi vî halî ev şaredarî çawa xizmetê bike. A hatiye kirin talankirin e. Yanî gotine 'bila ev kes nikarinbin xizmetê bikin, nikaribin rê û qenalîzasyonan çêbikin.'"
Zirig, bilêv kir ku bi dewrkirina mal û milkên şaredariyê re hema bêje deynê şaredariyê digihê trîliyonan û got: "Selexane dewrî Midûriyeta Pewredehiyê ya Netewî hatiye kirin. Ma wê midûriyeta perwerdehiyê çi bike ji vira? Wê ji bo çi bi kar bîne? Qada herî zêde çûnhatin lê çêdib dane emniyetê. Rêya gel jî dewr kirine. Ne qeyûm, makîneya qirkirinê tayînî Cizîrê hatiye kirin."
'EM Ê GAZÎ MUFETÎŞAN BIKIN'
Zirig, anî ziman ku xebatên wan ên di vî warî de dewam dikin û piştî lêkolînên wan ên der barê îhaleyên di salên dawî de hatine kirin biqedin ew ê bi raya giştî re parve bikin. Zirig got: "Bila tu şik û guman li gelê me peya nebe. Em ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin. Em ê gazî mufetîşên Wezareta Karên Navxweyî bikin. Bila werin û nelirêtiyên xwe tespît bikin. Dibe ku Cizîr talan kiribin, lê belê em ê bi hemû derfetên xwe hewl bidin ku van pirsgirêkan çareser bikin."
Hevşaredara Berîvan Kûtlû jî got: "Dizanibûn wê li vira bi ser nekevin. Loma xwestin peyamekê bidin Cizîrê. Ev peyam feraseteke qirêj û rûçikê wan ê rastîn nîşan dide. Bi çavê dijminan li Cizîrê nerîne." Kûtlû, anî ziman ku ew ê budçeya ji şaredariyê re hatiye lêkolîn bikin û got: "Bi dewrkirina mal û milkên şaredariyê diyariyek dane gelê Cizîrê. Ev diyarî, diyariya dijminantiyê ye. Ev bêhurmetî tenê ne li kesên deng dane me hatiye kirin, li kesên ku deng nedane me jî hatiye kirin."
Kûtlû, anî ziman ku çi dibe bila bibe ew ê xwedî li vîna gel derkevin.