MELETÎ - Bavê Hevseroka Giştî ya DBP'ê sebahat Tûncel a 87 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, Fahrettîn Tûncel got: "Ji bo bertek nebin cihê tiştekî hîn mezintir divê hikûmet rojek berî rojekê tecrîdê bi dawî bike."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û bi hezaran girtiyî didome. Li Girtîgeha Kandirayê yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel e. Tûncel, 87 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Bavê wê Fahrettîn Tûncel, anî ziman ku di rewşa heyî de endîşeyên mezin li civakê û malbatên girtiyan peyda bûne û got: "Ji bo ev endîşe ji holê bên rakirin divê civak xwedî li grevên birçîbûnê derkeve. Lê kes guh nade bangawaziyên me. Çimkî hikûmet bi zext û zoriyan bi ser civakêd e diçe. Cenazeyan jî bêyî radestî malbatan bikin bi dizîka vedişêrin. Ditirsin ku mirov bên cem hevdu. Lê ji bo bertek nebin cihê tiştekî hîn mezintir divê hikûmet rojek berî rojekê tecrîdê bi dawî bike."
Tûncel, bal kişand ser girtiyên dawî li jiyana xwe anîne û got: "Daxwaza zarokên me ne daxwazeke ku pêk neyê. Tenê bang li hikûmetê dikin ku li gor qanûna tev bigere. Li tu deverî tecrîd ne tiştekî qanûnî ye. Civakê çavtirsandî, terorîze dikin. Divê bangawazî hebe. Lê mixabin xwe li endîtinê datînin. Ma wê heta kuderê bi vî awayî biçin. Bi rastî jî ketiye asteke endîşeyî. Em bang li rayedaran dikin ku gavina bavêjin. Eger çapemenî, sendîka û qanûn neyên xebitandin wê ev rewş veguhere aloziyeke mezin. divê rojek berî rojekê daxwaza girtiyan bê qebûlkirin. Daxwaza me ew e ku tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin."