EDENE – Tahsîn Can, bavê Tûgba Can ku li Girtîgeha Baybûrtê ji 15'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de, xwest daxwaza girtiyan pêk bê.
Li Girtîgeha Baybûrtê, Tûgba Can (25) ji 15'ê Çileyê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Can, di sala 2015'an de wexta li Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê beşa hemşîretiyê dixwend bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 7 sal û nîv ceza lê hat birîn.
Can, di 10'ê Nîsanê de bi telefonê li bavê xwe geriya û got: "Moralê min baş e. Bi awayekî kêfî name û rojnameyan nadin me. Em tên tecrîdkirin. Heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike. Çalakiya me, çalakiyeke di cî de û madar e. Divê her kes dengê xwe li dengê vê berxwedanê zêde bike. Bavo hûn jî bibin dengê me. Bêdeng nemînin. Heta tecrîd bi dawî nebe em ê bi aş ve gav navêjin."
‘BILA DAXWAZA GIRTIYAN BÊ QEBÛLKIRIN'
Bav Tahîsn Can, anî ziman ku daxwaza girtiyan daxwazeke mafdar û rewa ye û divê rayedarên dewletê demildest daxwaza girtiyan pêk bînin.
Can, bilêv kir ku xwarin di qirika wan re naçe û got: "Girtî tim di bîra me de ne. Wexta li malê sifre tê raxistin diya wê xwarinê naxwe. Keça me tim di bîra me de. Ji bo daxwaza wan pêk bê çi hewce be divê bê kirin. Divê her kes rê li ber mirinê bigire. Divê rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe û daxwaza girtiyan bê qebûlkirin. Êdî bes e, bila kes nemire."
MA / Hamdullah Kesen