WAN - Li Wanê 7 kesên ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin, bi armanca daxwaza wan bê qebûlkirin bang li her kesî kirin ku dengê xwe bilind bikin. Çalakgeran ji Wezareta Dadê jî xwest ku li gorî Qanûna Bingehîn tev bigere.
Li Wanê ji bo destekê bidin çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, 7 kesan ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Kesên ji bo destekê ketin greva birçîbûnê bang li rayedaran kirin ku gavina bavêjin.
70 SALÎ YE, DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE
Dayika Sînan Salhan a li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê ji 8'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye, Besra Salhan a 70 salî anî ziman ku ji bo tecrîd bi dawî bibe ketiye greva birçîbûnê û got: "Bila tecrîd bi dawî bibe. Bila Wezîrê Dadê qanûnên xwe pêk bîne. Êdî em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin."
'WEZARETA DADÊ BILA PEYWIRA XWE PÊK BÎNE'
Edîbe Babûr jî bal kişand ser rewşa Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 156 roj in di greva birçîbûnê de ye û got: "Eger li vî welatî Wezareta Dadê hebe bang lê dikim; Êdî bes e ji vê zilmê re. Em dixwazin daxwaza girtiyan bê qebûlkirin û divê her kes dengê xwe li dengê wan zêde bike. Em dixwazin di serî de Serokê Giştî yê AKP'ê erdogan û bi giştî her kes vî dengî bibihîse. Em dixwazin qanûnên Qanûna Bingehîn pêk bên."
'GUVENÊ PEYAMEK DA ME'
Omer Ertaş jî diyar kir ku êdî av pir zelal e û got: "Dewleta serdest faşîzma xwe li ser gelê kurd pêk tîne. Li dijî vê faşîzmê Leyla Guven peyamek da me. Li ser vî esasî em jî destekê didin Leyla Guven û hevalên wê. Hikûmet tu daxwazên gel qebûl nake. Divê her kes destekê bide çalakgeran."
Endamê TUHAY-DER'ê Husnu Urgun jî diyar kir ku ew ferdên gelekî qedîm in û got: "Em tenê dixwazin qanûn pêk bên. Wekî din tiştekî naxwazin. Em tenê mafên xwe diparêzin. Ruhê muzakereyê, ruhê berxwedanê bi gelê kurd re heye. Gelê kurd ji bo her duyan jî amade ye."
‘EV PIRSGIRÊK PIRSGIRÊKA GELÊN TIRKIYEYÊ YE'
Rojbîn Bor, destnîşan kir ku êdî grevên birçîbûnê ketine asta mirinê û got: "Ev pirsgirêk tenê ne pirsgirêka gelê kurd û HDP'ê ye, pirsgirêka gelên Tirkiyeyê ye." Bor, bilêv kir ku divê ev pirsgirêk bê çareserkirin û divê tenê ne HDP, her kes bertekê nîşanî hikûmet û dewletê bide. Bor, anî ziman ku eger wisa bibe wê ev rewş zorê bide Wezareta dadê û rayedarên hemû saziyan û got: "Em dibêjin çareserî û aştî. Çareserkirina vê pirsgirêkê pêkan e. Ew bi xwe jî dizanin û vî gelî û girtiyan baş nas dikin. Beriya vê jî grevên birçîbûnê pêk hatin û encam girtin. Wê dîsa encamê bigire. Teqez wê bi ser bikeve. Lê em dibêjin berî mirin çêbibin ev yek pêk bê."
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mazlûm Kapar jî got: "Em dixwazin welat dengê me bibihîse û li gor Qanûna Bingehnîn tev bigere."