ÊLIH - Xwişka berîvan Bîtmen a 118 roj in di greva birçîbûnê de ye Afîye Bîtmen got: "Canê xwişka min û girtiyên din reş bûne. Demildest divê heyetên tenduristiyê yên serbixwe biçin girtîgehê."
Li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye Berîvan Bîtmen e. Bîtmen, 118 roj in di greva birçîbûnê de ye. Xwişka wê Afiye Bîtmen, diyar kir ku tenduristiya xwişka wê xrab bûye û divê girtiyên di greva birçîbûnê demildest bên kontrolkirin.
'DAXWAZA WAN NE DAXWAZEKE ŞEXSÎ YE'
Bîtmen, bilêv kir ku daxwaza xwişka wê ne daxwazeke şexsî ye û got: "Tenê ne ya xwişka min, daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de daxwazeke hevpar e û divê hiqûq pêk bê û parêzer û malbat hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin. Ji bo vê daxwazê bedena xwe dane ber mirinê." Bîtmen, anî ziman ku her diçe tenduristiya xwişka wê xirabtir dibe û got: "Tenê ne tenduristiya xwişka min, tenduristiya her sê girtiyên li cem wê jî pir xirab bûye."
Bîtmen bang li rayedaran kir û got: "Divê demildest heyetên serbixwe biçin girtîgehê, divê li cihê cih guh bidin daxwaza wan û beriya her tiştî jî divê heyetên tenduristiyê yên serbixwe biçin hay ji rewşa wan hebin. Êdî divê daxwaza wan bê qebîlkirin. Canê xwişka min û girtiyên din rewş bûye. Ew kengî rihet bibin em ê jî wê çaxê rihet bibin."
Bîtmen bang li raya giştî kir ku ji bo şikandina tecrîdê tev bigere.