* Afiye Bîtmen, xwişka berîvan Bîtmen ku 118 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Canê xwişka min û girtiyên din reş bûne. Demildest divê heyetên tenduristiyê yên serbixwe biçin girtîgehê."
* Li Wanê 7 kesên ji bo destekê bidin çalakiyên greva birçîbûnê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin, ji bo daxwaza bê qebûlkirin bang li her kesî kirin ku dengê xwe bilind bikin. Her wiha çalakgeran bang li Wezareta Dadê jî kir û got: "Li gor Qanûna Bingehîn tev bigere."
* Tahsîn Can, bavê Tûgba Can ku li Girtîgeha Baybûrtê ji 15'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de, xwest daxwaza girtiyan pêk bê.
* Fahrettîn Tûncel, bavê Hevseroka Giştî ya DBP'ê sebahat Tûncel ku 87 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, got: "Ji bo bertek nebin cihê tiştekî hîn mezintir divê hikûmet rojek berî rojekê tecrîdê bi dawî bike."
* YSK'ê daxuyand ew ê mazbatayê nedin kesên bi KHK'yan hatine îxrackirin. Amediyan bertek nîşanî vê biryara YSK'ê dan û gotin: "Ev rezaletî, bêedlaetî, tayînkirina qeyûman û xespkirina vîna gel e."
* Hevşaredarçn HDP'î yên Şaredariya Cizîrê mehmet Zirig û berîvan kûtlû, diyar kirin ku ji bo li şaredariyê lêkolîn bên kirin ew ê gazî mufetîşên Wezareta Karên Navxweyî bikin û gotin: "Tu dibê qey ne qeyûm, makîneya qirkirinê hatiye tayînkirin."
* Rêya navnetewî ya di navbera Cizîr-Silopiyayê de ye ku mehek berê rûxiya bû hîn jî ji bo çêkirina wê gav nehatine avêtin. Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, got ji bo nebe sedema mirinê divê rojek berî rojekî bê çêkirin.
* Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz bertek nîşanî biryara YSK'ê da û diyar kir ku biryara YSK'ê berdewamiya polîtîkaya qeyûman e û got: "Ji duh ve YSK îtibara xwe ya serbixwebûn û bêalîbûnê winda kiriye."
* Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne dê li ber Girtîgeha Tîpa M a Jinan a Gebzeyê çalakiya nobetê ya dabûn destpêkirin dê bidomînin. (12.00)
* Parlamenter û Hevşaredarên HDP'ê yên Amedê dê biçin Baroya Amedê û çalakiya greva birçîbûnê ya dayikan ango malbatên girtiyan ku ji bo 3 rojan dabûn destpêkirin ziyaret bikin. (11.00)
* Rêveber, parlamenter û hevşaredarên HDP'ê yên Amedê li dijî biryara YSK'ê a derbarê hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyan ên bi KHK'ê hatine îxrackirin de dê li ber avahiya Şaredariya Rezana Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. (13.00)
* Baroya Amedê ji bo bîranîna serokê berê yê baroyê Tahîr Elçî ku her hefte li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar dixe dê vê hefteyê jî çalakiya bîranînê bidomîne. (13.30)